Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî

  • rojane
  • 11:31 13 Sibat 2025
  • |
img

WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku tev li çalakiya nobetê ya li dijî îxtîmala tayînkirina qeyûm bûye, wiha got: “Ev çalakî, tê wateya parastina vîna 85 milyon welatiyan. Gelê Wanê bûye hêvî û serfiraziya her kesî.” 

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Piştî vê biryarê, xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkrin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîha Şedal û Abdullah Zeydan jî tev li çalakiyê dibin. Hevşaredar Zeydan ku ev 2 şev in li gel ciwanan nobetê digire, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand. 
 
Zeydan, di serî de spasiya gelê Wanê kir ku xwedî li îradeya xwe derdikeve û seknekî raber dike û got: “Gel, bi awayekî heybet demokrasî, edalet û hiqûqê dipaêze. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelê me li vir li gel îradeya xwe ye. Tevî temenê xwe yê mezin û hewayê sar jî ji bo demokrasî û îradeyê nobetê digirin. Ev yek pir tiştekî binirx e. Ev ne tenê xwedîdeketina li vîna gelê Wanê ye, her wiha tê wateya parastina vîna 85 milyon welatiyan. Divê gelê me bi tenê neyê hiştin. Me her tim got; îradeya her mirov û gelekî rûmet û heysiyeta wan e. Lewma jî parastina îradeyê tê wateya parastina demokrasiyê.” 
 
'HER KES BI SEKNA GELÊ WANÊ SERFIRAZ E’ 
 
Zeydan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dibe ku niha hinek derdorên biçûk qedrê vê çalakiyê fêm neke lê dê di demên pêş de pir baş bê fêmkirin. Wê demê dê girîngiya keda li vir tê dayin baş bê fêmkirin. Dê bibînin ku bi saya vê têkoşînê hêviya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê zindî ma ye. Bêguman avakirina jiyaneke birûmet, azad, demokratîk, wekhev û piranîparêz ewqas hêsan nîne. Ji bo parastina îrade û demokrasiyê carnan ked divê. Vaye gelê me vê kedê dide. Vê sekna gelê Wanê hêvî da her kesî. Her kes bi vê sekna birûmet serfiraz e.” 
 
'CIWAN BERPIRSYARTIYEKE MEZIN DIGIRIN SER XWE’ 
 
Bi domdarî Zeydan, bal kişand ser piştgiriya ciwanan û wiha got: “Ciwan, her tim bûne hêza sereke ya civakê û demokrasiyê. Ciwan, xwedî li îradeya xwe derdikevin. Ji bo pêşeroja xwe berpirsyartiyê li xwe digirin. Heke li cihekî xespkirina îradeyê hebe û edalet û demokrasî hatibe binpêkirin, li wê derê tu tiştek baş nameşe. Dê aborî xerab bibe û hêvî tune bibe. Lewma jî ciwan ji bo zindîhiştina hêviyê xwe berpirsyar dibînin. Di demeke ku îxtîmala aştiyê mezin dibe de divê her kes bêhtir xwedî li demokrasiyê derkeve. Di serdemeke wiha de ciwan û jin xwe bêhtir berpirsyar dibînin. Heke bi rastî jî aştiyeke mayinde û civakî bixwazin, divê weke şertê ewil îradeya gel binpê nekin. Heke hûn ji gelekî re bibêjin ‘ez îradeya te nas nakim’, ev tê wê wateyê ku tu Kurdan weke mirov nabînî. Ciwan, vê nêzikatiya rûmetê binpê dike qebûl nakin.” 
 
'TAYÎNKIRINA QEYÛM BINPÊKIRINA RÛMETA GEL E’ 
 
Zeydan, got ku bi tayînkirina qeyûm re îktîdar bi rûmeta mirovan dilîze û wiha derbirî: “Bi tayînkirina qeyûman, bi girtina hevserokên me yên giştî û wekîlan ev tişt kirin. Lê gelê me her carê xespa qeyûman red kir û li ser sindoqê ev yek nîşan da. Lê dîsa jî hikûmet israr dike. Dîrokê jî nîşan daye ku her tim kesên aştiya civakî, edalet, hiqûq û edalet esas girtin bi ser ketine. Gelê me yê îro îradeya xwe û demokrasiyê diparêze dê teqez bi ser keve.” 
 
'EW Ê BI ŞERMEKÎ MEZIN RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN’ 
 
Zeydan, bi lêv kir ku dema Tirkiye asayî bû dê kesên bi sepanên dijdemokratîk vîna gel xespkirin û her tişt pêşkeşî alîgirên xwe kirin bi şermekî mezin re rû bi rû bimînin. Zeydan, axaftina xwe wiha qedand: “Lê kesên îro demokrasî û vîna gel diparêzin dê bi serfirazî bên bibîranîn. Heke we mafê bijartin û hilbijartinê yê gelekî ji dest girt, wê demê hûn her tiştekî jê distînin. Gelê me her tim li dijî vê derket û red kir. Ew zîhniyeta ku dixwaze çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe bike, naxwaze vê rastiyê bibîne. Çavên wan tarî bûne. Komeke biçûk a ku girtin, binçavkirin, birçîbûna gel ne bi xema wan lê tenê di nava xirecira ‘ez ê pereyan pêşkeşî alîgirên xwe bikim’ de, heye. Di vir de ya girîng ew e ku kesên xwedî wijdan û edalet ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û jiyaneke birûmet û azad rê nedin vê koma biçûk. Ciwan û jin bi vê hesasetiyê xwedî li îradeya xwe derdikevin.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû