NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Êlihê cezayê li Hevşaredar Abdullah Zeydan hatiye birîn hat protestokirin û peyama “Gelê Wanê bi tenê nîne” hate dayin.
5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Wanê li Edene û Êlihê hate protestokirin.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li avahiya partiyê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de îktîdara AKP’ê weke “zîhniyeta derbekar û qeyûmperest” nirxand û got ku hewl dide gel ceza bike. Aydemîr, diyar kir ku cezayê li Zeydan hatiye birîn derhiqûqî ye û tu hukmê wê nîne. Aydemîr, w,ja got: “Em vê rejîma keyfiyetê û biryarên daraza bûye amûra îktîdarê red dikin. Me serî netewand û natewînin. Divê tavilê ji vê xeletiya xwe vegerin. Em vî cezayê li birêz Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li cem gelê Wanê cih bigirin.”
Endamê MYK’a EMEP’ê Halîl Îrmek jî li dijî faşîzmê û rejîma qeyûm banga têkoşîna hevpar kir.
ÊLIH
Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbe ye, gel li ber xwe dide” hate hilgirtin. Girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên OHD û DBP’ê jî tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku xelkê Wanê li dijî biryara derhiqûqî seknekî berxwedêr nîşan dide û got: “Gelê Wanê bi tenê nîne. Em jî bi wan re ne.” Songul Korkmaz, banga mezinkirina têkoşînê û xwedîderketina li îradeyê kir.
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.