Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye

  • rojane
  • 09:04 14 Sibat 2025
  • |

SÊRT - Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê ye, 10 mehan hat taloqkirin. Dêrsim Tekmen ku bavê xwe di girtîgehê de di 13 saliya xwe de nas kir got: "Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."

Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Amedê tê girtin û 30 sal in girtî ye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve 10 mehan hat taloqkirin. Lijneyê wekî sedem jî da der kur Tekmen beşdarî perwerdeyên "kargeh û kursan" nebûye. Mala Îzzettîn Tekmen ê ku bi malbata xwe re li gundê Kanî Mîrbo yê navçeya Misirc a Sêrtê dijiya, di sala 1993'yan de hat şewitandin. Bi şewitandina gund re malbat malbatê neçar ma koçî navenda Sêrtê bike. Zextên li ser malbata Tekmen li navenda bajêr bi dawî nebûn, bi ser mala wan de hat girtin.
 
Îzzetîn Tekmen di sala 1994'an de bû hedefa leşkeran. Tekmenê ku di bin navê pevçûnê de hat gulebarankirin. 18 gule li Tekmen ketin û hat gotin ku "miriye" û ew birin nexweşxaneyê. Di encama hewldanên malbatê de Tekmen li nexweşxaneyê hat dermankirin. Tekmen ê ku dema tedawiya wî li nexweşxaneyê dewam dikir 10 gule ji bedena wî hatin derxistin û di 13'ê Çileya 1995'an de bi 8 guleyên di laşê wî de ew şandin girtîgehê. Tekmen ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê dihat darizandin, bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Tekmen 30 sal in di girtîgehê de ye, tevî 8 guleyên di canê xwe û platîna di lingê xwe de. Tekmen li girtîgehên Sêrt, Amed, Yozgat, Bandirma û Balikesîrê maye.
 
TÊKOŞÎNA AYŞE TEKMENÊ
 
Hevjîna Tekmen, Ayşe Tekmen ji wê demê ve têkoşîna xwe berdewam dike. Ayşe Tekmen a ku di sala 1993'yan de dema bi ser gundê de hat girtin rastî îşkenceyên giran ên leşkeran hat û piştî ku hevserê wê hat girtin 7 zarokên xwe mezin kir. Ayşe Tekmen a ku dema hevserê wê bi 18 guleyan birîndar bû dozgerî û nexweşxaneyê terk nekir û bi têkoşîna xwe hevserê xwe ji mirinê rizgar kir.
 
Ayşe Tekmenê diyar kir ku ew li gundê ku lê diman bi sewalkarî û çandiniyê re eleqedar dibûn û wiha got: “Sat di 03.00’yan de bi ser mala me de girtin û em birin mizgeftê. Em bi lingên tazî li ser berfê hatin sekinandin. Carekê, di serdegirtina malan de, lekşkerekî dest xist qirika min ku hindik mabû ez bimirama. Bi mudaxileyeke ji nişka ve ez xelas bûm. Tim li hevjînê min dipirsîn. Herî dawî gundê me şewitandin. Em bi traktorê hatin navenda Sêrtê." 
 
Ayşe Tekmenê têkildarî rojên ku hevserê wê birîndar bû jî ev tişt gotin: “Ez pêşî çûm nexweşxaneyê. Kesî agahî neda. Ez çûm gelek cihan, herî dawî ez çûm dozgeriyê. Dozgeriyê ji min re got, 'Di pevçûnê de miriye.' Min got 'mirî an birîndaran bidin min.' Berê min dan nexweşxaneyê. Dema ez çûm li gel wî leşker hebûn. Li cihekî wekî jêrzemînê bi rojan birçî û tî ma. Piştre ew hat girtin. Bi 8 guleyan şandin girtîgehê. Li wir hevalên wî lê nerîn. Jê re gotin ku eger emeliyat bibe metirsiya windakirina lingên wî heye. Ji wê rojê heta niha bi 8 guleyan dijî."
 
Ayşe Tekmen a 30 sal in li ser rêya girtîgehê ye, zehmetiyên ku jiyaye bi van gotinan vegot: “Em birçî, tî û bê kinc man, lê em bê rûmet neman. Çi dibe bila bibe, me dest ji vê têkoşînê berneda."
 
DI 13 SALIYA XWE DE BAVÊ XWE NAS KIR
 
Keça Tekmen Dêrsim Tekmen a ku dema bavê wê hat girtin 8 mehi bü, di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kiriye. Dêrsim Tekmen da zanîn ku li ser daxwaza bavê xwe navê wê kirine Dêrsim û got: “Lê belê Midûriyeta Nifûsa Kurtalanê destûr neda. Nav li ser israra dêya min hat dayîn. Lê vê carê nasnameya mêr hat dayîn. Bi berxwedana dayika min re navê min bû Dêrsim û nasnameya min a mêr hat guherandin." 
 
Dêrsim Tekmen ku bi hesreta bavê xwe mezin bûye got: “Em 7 xwişk û bira di bin şert û mercên dijwar de mezin bûn. Hem ji aliyê dewletê û hem jî di aliyê aborî ve me zehmetî kişand. Lê belê bi hembêzkirina têkoşînê me li ber xwe da. Dema em diçin girtîgehan zehmetiyan dikişînin. Em li bendê bûn ku bavê min piştî 30 salan derkeve. Me amadekarî kirin. Lê bi hinceta ku beşdarî kurs û atolyeyan nebûye berdana wî 10 mehan hat taloqkirin. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe, êdî bes e. Bila ev zilma li girtîgehan bi dawî bibe. Ne tenê bavê min, gelek girtiyên din jî di vê rewşê de ne."  
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû