Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne

  • rojane
  • 13:37 14 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriyê neyîne û got: “Heke Abdullah Ocalan azad bibe dê pêvajo bi ser keve.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.  Apo 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, di nava hewldanan de ye. Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione yê ku bi xebatên xwe yên li qada mafên mirovan û hiqûqa ceza tê naskirin, pêşketinên nû yên ku li dora çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê ji ANF'ê re nirxand.
 
‘DIVÊ GEŞEDANÊN DAWÎ BI BALDARÎ BÊN NIRXANDIN’
 
Parêzer Ezio Menzione, bal kişand ser girîngiya nîqaşên nû yên li dora çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û wiha got: “Şert û mercên ku Abdullah Ocalan ev bêhtirî 20 sal in lê tê ragirtin, rewşeke tevlihev û zehmet e. Ew girav tenê ji bo Abdullah Ocalan hat dîzaynkirin. Piştre ji ber zexta Ewropayê 3 girtiyên din jî li cem Ocalan hatin bicihkirin. Di hefteyên dawî da me hin guherîn ferq kirin. Ez ne li bendê me ku di demeke kurt de veguherîneke mezin pêk bê, lê liv û tevger heye. Divê ev geşedan bi baldarî werin nirxandin. Serokek hevalbendê Erdogan e û ji AKP’ê jî radîkaltir e pêşniyara ‘Çima Ocalan venaxwînin meclisê ku armanc û rêbazên xwe reva bike?’ kir. Ev rewşeke ku kesek ne li bendê bû. Ev, nîşan dide ku tiştek guheriye. Ji sala 2019'an û vir ve cara yekê ye destûr ji parlamenteran re tê dayin ku biçin serdana Ocalan. Bi salan e hemû têkiliyên bi Ocalan re ku malbat û parêzerên wî jî di nav de ne, hatibûn astengkirin."
 
Bi domdarî Menzione, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û guhertina şert û mercên Abdullah Ocalan hêviyeke nû ava bûye û ev tişt anî ziman: “Weke parêzerên pêşverû yên li Ewropayê, herî dawî ji bo heyetek Ewropayê biçe serdana Ocalan me serî li Wezareta Karên Hundir dan. Bi ya min israra Ocalan a ji bo aştiyê mafdar e. Ya wê dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bê anîn, ya jî li herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê wê ti carî aştî pêk neyê.”
 
‘AZADIYA OCALAN DÊ PÊVAJOYÊ BI SER BIXÎNE’ 
 
Menzione, destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan wê pêvajoyê bi ser bixîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku Ocalan di girtîgehê de bê ragirtin û bêdengkirin, wê alozî her zêde bibe. Eger ew bi serbestî biaxive û siyasetê bike, dibe ku alozî kêm bibûya yan jî bi temamî biqediya. Em di sala 2015'an de di dema Mutabeqeta Dolmabahçeyê de li ber vê yekê bûn. Lê belê yê ku ji pêvajoyê paş ve gav avêt ne Ocalan, Tirkiye bi xwe bû. Û me hemûyan dît ku ji nîvê duyem ê wê salê çi qewimî; bombekirin, pevçûn û şer. Eger Tirkiye bi rastî jî aştî û aramiyê dixwaze, neçar e meseleye Ocalan bigire dest.”
 
‘ÊDÎ DEMA GIRTINA PÊŞIYA SIYASETA TUNDIYÊ HATIYE’
 
Bi domdarî Menzione, anî ziman ku divê dewleta Tirk bêhtir jidil nêzî pêvajoyê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman girîng e nîqaş bên kirin. Lê belê dema nîqaşê derbas bûye û êdî dem hatiye ku pêşî li siyaset û hêza tundiyê bê girtin. Divê ev nîqaş li platformên guncaw (li meclisê, li welêt, li bajaran) bên meşandin. Li bajarên ku Kurd dijîn piştî hevşaredar tên hilbijartin bi çend mehan, tên girtin û qeyûm tayînê cihê wan tê kirin. Em êdî rewşeke wiha qebûl nakin. Pêkanînên bi vî rengî aramiya her welatî xera dike û tişta ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime tam jî ev e."
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû