‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’

  • rojane
  • 09:02 15 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şoxan Mîrza bertek nîşanî bêdengiya hikûmetên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ya li hemberî qetilkirina rojnamegeran da û got: “Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin hedef tên girtin.” 

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di êrişên heta niha de gelek sivîl hatin qetilkirin, malên wan hatin rûxandin û gelek gund jî hatin valakirin. Di nava 2 salan de li herêmê 4 rojnameger ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Herî dawî jî rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Li dijî qetilkirina rojnamegeran heta niha yek lêpirsîn nehatiye vekirin û ji bo sekinandina êrişên li ser rojnamegerên Kurd ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Başûr tu bertek nîşan nedane. Di asta navneteweyî de jî ev bêdengiye didome. 
 
Rojnameger Şoxan Mîrza der barê êrişên li ser Rojnamegerên Kurd û bêdengiya Iraq û hikûmeta Federal a Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'NE HÊSANE KU HEQÎQETÊ JI HOLÊ RAKIN' 
 
Şoxan Mîrza, anî ziman ku di nava sê salên dawî de dewleta tirk welatî, siyasetmedar û rojnameger jî di nav de gelek sivîl qetil kiriye û got: “Bêguman dewleta dagirker a tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yê li herêmê siyaseta xwe ya şer li ser herêmê dide meşandin. Dixwaze ku hebûna gelê Kurd li vê herêmê nehêle û tune bike. Her dengeke heqîqetê ku li ser vî şerê dewleta tirk teşhîr dike di hedefa dewleta tirk de ye. Di van êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê jî bi taybetî rojnamegerên çapemeniya azad dike hedefa xwe. Ew rojnamegerên ku rastiyê ji raya giştî re radigihînin dike hedef. Li dijî rojnamegerên çapemeniya azad her amûreke şer bikar tîne. Niha başûrê Kurdistanê ji bo xwe kiriye navenda êrişan. Raste rast hedefgirtina rojnamegeran tirsanokiya dewleta tirk a li hemberî rastiyê nîşan dide. Ji ber ku dizane ku bi hedef girtina fîzîkî ya rojnamegeran nikare heqîqetê ji holê rabike. Ji ber ku ji bo derxistina heqîqetê heta niha bi sedan kes bi ser vê riyê bedel dane û di oxira vê de canê xwe dane. Me bi ser heqîqetê rihê xwe perwerde kiriye. Ne hêsane ku vê heqîqetê ji holê rabikin." 
 
'KESÊN KU SÛCÊN WAN TEŞHÎR DIKIN HEDEF DIGIRIN'
 
Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku bi sedan kesan cihê her rojnamegerekî/a hatiye qetilkirin girtine û ev tişt anî ziman: “Bi qetilkirina rojamegeran tê xwestin ku rastiya li herêmê bê veşartin. Di êrişa dawî de keseke pêşeng, pênûseke azad ku li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê xebat dane meşandin hevalê me Azîz Koyluoglu di encama êrişa dewleta tirk de hate qetilkirin. Têkoşereke ku 30 salan jiyana xwe ji bo ragihandina heqîqetê feda kiribû. Beriya wê jî du hevalên me yên rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahadîn hatin qetilkirin. Ji ber bêdengbûna rêxistinên navneteweyî û hikûmeta Kurdistan û ya Iraqê careke din dewleta tirk ev êrişên xwe pêk anîn. Dewleta tirk hemû cureyê şer û hemû çeken qirkirinê li hemberî gelê Kurd û çapemeniya azad pêk tîne. Li dijî vê rêxistin û saziyên navdewletî bêdeng in. Ev bêdengiya wan tê wê wateyê ku di van êrişan de berjewendiyên wan hene. Bi van êrişan dewleta tirk dixwaze ku armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne û dengê heqîqetê qut bike. Bi hedef girtina herdu jinên rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahadîn xwestin peyamekî bidin çapemeniya azad a li ser heqîqetê kar û xebatên xwe dide meşandin. Lê bi dehan kesên din cihê van hevalan girtin û kameraya wan li erdê nehiştin û di nav ragihandina azad de cihê xwe girt. Divê ku her Kurdeke welatparêz van êrişan li dijî xwe bibine. Di şexsê çapemeniya azad de rastiyê dike hedef dixwaze rastiya ku li vir tê jiyan binax bikin. Ji ber wê jî ew kesên ku şerê dewleta tirk ku li herêmê dide meşandin teşhîr dikin bi zanebûn dike hedef." 
 
'ÇIMA IRAQ Û PDK BÊDENG IN?' 
 
Rojnameger Şoxan Mîrza da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ew e ku li herêmê yek rojnamegerê ku sûcên wan teşhîr dike nehêle û got ku bêdengî û bêhelwestiya Iraq û hikûmeta Kurdistanê ya li dijî van êrişan nayê qebûlkirin. Şoxan Mîrza, wiha domand: “Ji ber wê jî li vir dixwaze ku xebatên rojnamegeran de metirsiyê çêbike. Tirsê têxe nava dilê wan. Lêbelê ew çiqasî êriş bikin jî em kar û xebatên me ewqasî zêdetir didin meşandin. Li rojavayê Kurdistanê de jî me dît ku 2 hevalên me dema ku rastî ragihandin hatin qetilkirin. Ev sê car in dewleta tirk li başûrê Kurdistanê êrişî rojnamegeran dike. Li bakurê Kurdistanê jî kesekê ku li hemberî zilm û zordariyê bêdeng neminin û teşhîr dikin jî tên girtin. Ev jî siyaseteke din e ku dewleta tirk bi hemû cûreyê şer êriş dike. Bi giştî li herêmê li ser her rojnamegerekî êriş hene. Ji ber ku şerê ku li vir dimeşîne em teşhîr dikin. Li dijî qetilkirina rojnamegeran çima Iraq û PDK bêdeng in. Çima heta niha helwestek nehatiye nîşandan? Gelo ew jî şirîkên van êrişan e?" 
 
'DIVÊ DER HEQÊ TIRKIYEYÊ DE LÊPIRSÎNÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’ 
 
Rojnameger Şoxan Mîrza bal kişand li ser bêdengiya hêzên nadewletî jî û got: “ Bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî van êrişan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev bû sê car ku li ser rojnamegerên Kurd êriş çêdibin lêbelê heta niha di asta navdewletî de yek bertek nehatiye nişandin. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê hişmendiyeke qirker li ser rojnamegerên azad pêk tîne. Ji ber wê divê ku li her deverên cîhanê gelê Kurd li dijî qirkirina rojnamegerên Kurd bêdeng nemîne û dijitiya xwe ya li hemberî vê nîşan bide. Divê ku hemû rojnameger bi xebateke hevbeş li dijî van êrişan derkevin. Ji aliyê asayî û hiqûqî de têkoşîn bidin ku der barê dewleta tirk de lêpirsîn bê vekirin. Divê ku hesab ji van êrişan nê pirsin. Em van êrişan encax bi xebateke hevbeş û helwesteke hevpar dikarin bidin sekinandin." 
 
MA  / Zeynep Durgut

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû