Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin

  • rojane
  • 10:23 15 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Şengal û Mexmûrê li dijî êrişan bi fikrên Abdullah Ocalan xwe birêxistin kirin û jiyana xwe li ser bingeha xweparastinê ava kirin, wiha gotin: “Heta ku Rêbertiya me ji hêla fîzîkî ve di nav gelê me de nebe, mirov nikare qala aştiyê bike.” 

Bi ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku DYA’yê serkêşiya wê dikir re 26 sal derbas bûn. Ji roja anîne Tirkiyeyê heta niha Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Fikrên Abdullah Ocalan ên di bin şertên tecrîdê de ragihandî raya giştî, bandor li milyonan kesan kirin. 
 
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê 2011’an de gelê Kurd fikrên Abdullah Ocalan esas girt. Tevî êrişên domdar jî di nava 14 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke ku hemû gel û baweriyê de tê de cih digirin hate avakirin. Civaka Êzidî ku di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hatine û welatiyên ji ber salên 90’î gundên wan hatin şewitandin û koçî Kampa Mexmûrê kirin jî xwe li gorî fikrên Abdullah Ocalan birêxistin kirin. Piştî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, li Şengalê rêveberiyeke xweser hate avakirin û xelkê Mexmûrê jî ji salên 90’î heta niha li ser bingeha xweparastinê li ber xwe dide. 
 
CIWAN LI SER ŞOPA OCALAN IN
 
 
Sara Botan, diyar kir ku komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan bi têkoşîna cîhanî ya gelê Kurd vala hatiye derxistin û wiha axivî: "15'ê Sibatê em weke rojeke reş binav dikin. Ji ber ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî hat lidarxistin. Hedef û armancên vê komployê ew bû ku şoreşa gelê Kurd û îradeya gelê Kurd tune bikin. Lêbelê ew komploya ku li ser Rêber Apo hatiye kirin vala derket. Gelek caran xwestin ku Rêber Apo tesfiye bikin lêbelê hedef û armancên dewletên komploger ê ku dixwestin di şexsê Rêber Apo de tevahiya gelê Kurd tune bikin ew komplo pêk nehat. Ji ber ku hemû şoreşên ku ji aliyê gelê Kurd ve û pêşengên mîna Seyîd Riza û Şêx Seîdan hatine destpêkirin, di şexsê wan de dîsa xwestin bifetisînin. Lê Rêber Apo bi îradeya xwe bi hêza fikir û ramanê xwe yê ku ji gel girtî ev komplo pûç û vala derxist. Ev şoreş ne weke şoreşên din bû. Ji ber ku êdî bi hezaran, bi milyonan kes li dijî komployê rabûn ser piyan. Di vî fikr û ramanê ku Rêber Apo afirandî de esas girtina jinê hebû. Ji ber wê ev komplo vala hate derxistin. Ji ber ku jin pêşengtî kir ku ev komplo vala derbikeve."
 
'FIKRÊ WÎ Û CIVAKA ÊZİDÎ DIŞIBIN HEV'
 
Sara Botan, bi lêv kir ku fikrê Abdullah Ocalan bûye xelasiya civaka Êzidî û wiha got: “Ev 26 sal in Rêber Apo bênavber şereke hem fizîkî û hem jî fikrî dida meşandin. Di nava çar dîwaran de ti kes nikare ku vê îradeyê derbixe holê. Rêber Apo êdî ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêbereke gerdûnî ye û tevahiya cîhanê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe azad dike. Gelên cîhanê Rêber Apo ji bo azadiya xwe esas digirin. Ji ber wê jî em weke jinên Êzidî û civaka Êzidî ev zêdetirî 10 sal in li ser fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û perwerde dikin. Em xwe bi ser fikrê wî parastina xwe dikin. Rêber Apo ji bo me xeta xwe azadiyê ye. Ew ji nû ve nûbûn e. Em weke civaka Êzidî her tim dibêjin fikir û felsefeya Rêber Apo û civaka Êzidî weke hev e. Ji ber ku civaka Êzidî jî ne civakeke şerxwaz û şerker e. Rêber Apo jî her tim azadiya gelên bindest xwestiye û miroveke aştîxwaz e. Her tim azadiya hemû civakan xwestî ye. Ji ber wê em fikrên Rêber Apo û yê civaka Êzidî ji hev cuda nabînin. Civaka Êzidî fikrê wî ji xwe re xerîb nabîne. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo fikrê civakê ye. Ew nirxên civakê yê ku ji aliyê hêzên hatine tunekirin û windakirin ji aliyê Rêber Apo ve ji ve hate afirandin. Ji ber wê jî tu caran civaka Êzidî fikir û felsefeyê Rêber Apo ji xwe cuda nedît.”
 
'VÊ BÎRDOZIYÊ KIR KU GELÊN CUDA BI HEV RE BIJIN’
 
Sara Botan, bal kişand li ser kampanyaya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî Rêber Apo jinên Êzidî ji qirkirinekî xelas kirin. Ji ber wê jî jinên Êzidî Rêber Apo ji xwe re weke rêber dibînin, weke rizgariya jinê dibînin. Tiştê ku ji bo azadiya Rêber Apo ji me tê xwestin em ê pêk bînin. Bi taybetî jî hemleya ku 'Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî' kete sala xwe ya duyemîn. Ji aliyê jinan ve ji aliyê tevahiya gelê Şengalê ve hemle bi rojane hatiye pêşxistin. Hemleya ku Rêber Apo bixwîne û bide xwendin jî bê pêşengtiya jinan hate destpêkirin. Bi taybet di Şengal de fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya gel e, azadiya civakê ye, hebûna civakê ye. Niha gelek pêkhateyên li Şengalê bi hev re dijîn. Ev yek, bi saya vê fikir û felseyê çêbû. Vê bîrdoziyê rê neda ku pêkhateyên li vir bibin dijminê hev û dijitiya hev bikin. Rêber Apo di nava civakê de zanebûneke geleke mezin e. Heke ku em bixwazin ku di Şengalê de çanda xwe, baweriya xwe biparêzin em ê bi ser fikrê Rêber Apo biparêzin."
 
'EM Ê WÎ LI SER ÇIYAYÊ ŞENGALÊ PÊŞWAZÎ BIKIN' 
 
Sara Botan got ku ew di wê hêviyê de ne ku îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo gelek caran di peyam û nirxandinên xwe de balê dikişîne li ser Êzidiyan û rê nîşan dide ku Êzidî çawa dikarin xwe biparêzin. Di nirxandinên we de dibêje, 'Hûn ji fermanê xelas bûnê lê heke hûn li ser xaka xwe nejîn hûn nikarin xwe ji ferman û qirkirina çandî xelas bikin.’ Bi keda Rêber Apo em îro li ser axa xwe dijîn. Ji ber wê jî divê em xwedî li keda ku Rêber Apo ji bo me dayî derbikevin. Yek ji xeyala Rêber Apo ew e ku heke azad bibe û ji ewil were Çiyayê Şengalê. Em jinên ciwan ên Êzidî di wê baweriyê de ne ku sala 2025'an dê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Em di Şengaleke azad û xweser de li ser Çiyayê Şengalê dixwazin pêşwaziya Rêber Apo bikin. Daxwaza me ew e ku em wî li ser çiyayê Şengalê bibînin.”
 
'EM Ê LI DORA WÎ BIBIN XELEKA AZADIYÊ' 
 
Sara Botan, îşaret bi berxwedana Abdulah Ocalan a di nava çar dîwaran de kir û axaftina xwe wiha qedand: “Çiqasî êrişên derûnî li ser Rêber Apo bikin jî ew ê nikaribin wî tune bikin. Ji ber ku êdî bîrdoziya wî ne tenê di nava gelê Kurd de li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê tevahiya gelen bindest e. Ev 26 sal in bênavber di nav tecrîdê de ye. Ev tecrîde hê didome. Lêbelê dewleta tirk ne bi tenê vê pergalê birêve dibe. Ev komploya ku li dijî Rêber Apo pêk hatî çawa ku navdewletî bû ev tecrîd jî heman e. Dibe ku ne fîzîkî di nav me de be lê bi fikrê xwe di nava me de ye. Ew bi xwe jî dibêje, ‘Parêznameyên min fikrê min li ku bin ez li wir im.’ Em ê heta dawiyê xwedî li Rêber Apo derbikevin. Em ê li derdora wî bibin xeleka azadiyê.”
 
ÇALAKIYA ‘AZADIYÊ’ YA LI MEXMÛRÊ
 
Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan a li Kampa Mexmûrê hatiye destpêkirin jî ev saleke didome. Ji çalakvanan Helîm Zoravayî, got: “Gotin qey heke Serok Apo bigirin dê Kurdan tune bikin. Lê belê Gelê Kurd hêj bêhtir xurt bû. Felsefeya wî bêhtir hate xwendin. Tu caran nekarîn Serok Apo dîl bigirin. Fikr û ramanên wî bi me re ne. Ne tenê Kurd, çavê cîhanê jî li felsefeya Serok Apo ye. Divê Serok azad bibe û xwîna heyî bisekine. Em dixwazin Serok Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li pêvajoyê derkeve. Ji bo me ev pêvajo pir girîng e. Heke em vê firsendê ji dest bidin dê sedsalên din paşve bikevin.” 
 
BAL KIŞAND SER ‘AZADIYA FÎZÎKÎ’
 
Ji çalakvanan Salih Hewlêrî jî got: “Li dijî Rêbertiya me komployeke mezin kirin. Ev komplo hêj didome. Xwestin bi girtina Rêbertiyê re PKK’ê tesfiye bikin. Ji bilî Rêbertiyê kesek nikare 26 salan i wir bijî û li ber xwe bide. Divê her kesên xwedî wijdan li dijî komployê derkevin.” 
 
Nalîn Nerexî jî anî ziman ku Abdullah Ocalan hewl dide di nava şert û mercên tecrîdê de jî çareseriyê pêş bixe û wiha got: “15’ê Sibatê rojeke reş e. Komplogeran xwestin Kurdan tune bikin. Lê tevî êrişan jî gelê Kurd hêj li ber xwe dide. Gelê Kurd bi felsefeya wî xwe gihand lewma kesek nikare tune bike. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayekî azad di nav gel de nebînin dê tu wateya aştiyê nîne.” 
 
Bahadîn Şîn jî ev tişt anî ziman: “Li gorî min komplo bi ser neket. Rêbertiya me û gelê Kurd bi ser ket. Dê komploger tu caran bi ser neketin. Ez bawerim ku dê hem em hem jî Rêbertiya me dê azad bibe. Ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê girîng e. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, yê hemû gelan e.” 
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû