Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê

  • rojane
  • 11:09 15 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dikare veguherînin firsenda çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Hewcehî bi guherîna zîhniyet û paradîgmayê heye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal îro bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan, bi komploya navneteweyî ku DYA’yê serkêşiya wê dikir, ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, komploya navneteweyî û hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd axivî. Kuçukbalaban, diyar kir ku komplo ne tenê êrişeke li dijî îradeya gelê Kurd lê di heman demê de hewldana ji bo derxistina şerê navxweyî û bêîstîqrarkirina Tirkiyeyê bû. Kuçukbalaban, got ku helwesta Abdullah Ocalan û pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê, ev hewldan vala derxistine. 
 
'HÊVIYÊN KOMPLOGERAN PÊK NEHATIN’ 
 
Kuçukbalaban, gotina Serokwezîrê demê Bulent Ecevetî ku digot; “Hêj ez jî nizanim ka DYA’yê çima Apo radestî me kir” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de ev gotina wî her tiştekî vedibêje. Hêviya komplogeran ew bû ku Abdullah Ocalan ji rêxistina xwe re bibêje ‘berxwedanê mezin bikin’ an jî hêvî dikirin ku Tirkiye Abdullah Ocalan bikuje û di navbera Kurd û Tirkan de şerekî navxweyî derxînin. Lê hem Tirkiye di mijara ewlehiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de bibaldarî nêz bû hem jî Abdullah Ocalan bi parastin û axaftinên xwe yên ku dibêje meseleya Kurd dikare di çarçoveya komareke demokratîk de were çareserkirin, ev hewldan vala derketin.” 
 
BAL KIŞAND Ser ÇARESERIYA AŞTIYANE
 
Kuçukbalaban, diyar kir ku tevî aloziya li Rojhilata Navîn jî Tirikye ji bo demokratîkbûnê gavên pêwîst naavêje û got: “Li şûna gavan biavêje, tecrîda li ser Ocalan didomîne û meseleya Kurd çareser nake. Li gel hevdîtinên heyî, operasyonên pir cidî tên kirin. Girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman heye. Ev jî serî gel tevlihev dikin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Divê dev ji vî şerê ku dixwazin pêşengên Kurdan tune bikin, berdin. Divê bi lîderên Kurdan re bicivin û hevdîtinan bikin. Bi vî awayî dikarin komployê di sala 26’an de vala derxînin. Dê pêvajoyeke demokratîk dest pê bike. Hêvîdarim bibe roja avêtina gavên demokratîk.”
 
'HEWCEYE ZÎHNIYET BIGUHERE’
 
Kuçukbalaban, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye vê derê weke dijminê xwe dibîne. Divê rêz tenê ji Kurdên li Tirkiyeyê re neyê girtin. Divê ji bo statuya Kurdan a li her çar parçeyan rêzgir bin. Komplo wiha dikare vala derkeve û pêvajoya aştiyê dikare wiha pêş bikeve. Anku hûn li rexekî êrişî mafên Kurdên li Iraqê û li rexa din jî dijminatiyê li Kurdên li Sûriyeyê bikin, derfeta çareserkirina meseleya Kurd a li Tirkiyeyê jî namîne. Lewma jî hewcehî bi guherîna paradîgma û zîhniyetê heye.” 
 
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN FÎZÎKÎ BÊN BAŞKIRIN’
 
Di berdewamê de Kuçukbalaban anî ziman ku salvegera komployê dikare ji bo Tirkiyeyê weke firsendek were bikaranîn û ev nirxandin kir: “Ji bo hebûna Tirkiyeyê bidome û li Rojhilata Navîn bihêz be, divê demokrasiya wê xurt bibe û rejîmeke xwe dispêre mafên mirovan were avakirin. Her wiha ji bo naskirina mafên gelan jî firsendek e. Dewlet bi xwe jî îradeya çareseriyê ya Ocalan qebûl dike. Em dibînin ku hewldanên Ocalan ên ji bo demokratîkbûnê û pirsgirêka Kurd dipejirînini. Heta ku şert û mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bidomin dê muzakere û hevdîtin nemeşin. Ji ber ku rêxistina Abdullah Ocalan pêşengtiya wê dike xwedî hêzeke mezin a çekdar e. Avadaniyên siyasî hene. Ji bo birêvebirina van tevan divê yekser bi wan re pêwendiyan deyne. Divê şert û mercên fîzîkî yên Ocalan jî li gorî ruhê vê pêvajoyê bên başkirin.” 
 
'PÊVAJO BI WALÎ Û MIDÛRÊN EMNIYETÊ NAMEŞE’ 
 
Kuçukbalaban, got ku di serî de Îmrali divê li hemû girtîgehan sererastkirin bên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê mafê hêviyê yê 4 hezar girtiyên muebbeta giran were axaftin. Bi israra şer re pêvajo nameşe. Sibe du sibe dê di nav dewletê de jî yên dixwazin pêşiya pêvajoyê bigirin derkevin. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin, divê tevahiya avadaniya îdare û darazî jinûve were sererastkirin. Anku walî û midûrên emniyetê yên we ji bo şer û pevçûnan tayînkirin re ev pêvajo nameşe. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re salê 2 caran em serlêdanan dikin. Heta niha yek carê jî bersiv nehatiye dayin. Dê serlêdanên me bidomin. ÎHD aktoreke girîng a têkoşîna aştiyê ye.”
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû