Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan

  • rojane
  • 17:37 15 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedhezaran kes bi boneya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan û bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” meş lidar xistin. 

Bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Kenyayê hate revandin û radestî dewleta tirk htae kirin, li hemû bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daket qadan û şermezar kir. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esnafan kepenk venekirin û ji 7 salî heta 70 salî bi sedhezaran kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan. 
 
QAMIŞLO
 
Li Qamişloyê bi dirûşma “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo” mitîng hat lidarxistin. Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê li Stadyuma 12 Adarê hatin ba hev û mitîngeke girseyî lidarxistin. Beriya mitîngê meşeke girseyî hate lidarxistin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif,  komplo şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vê komployê re xwest ku gelê Kurd bê îrade bihêlin û wan tune bikin. Lê ev roj bû roja berxwedaniya me ya li hember dijmin û me ji wê rojê ve soza têkoşînê da. Em ê tu carî jiyanek bêwelat nepejrînin. Em ê dijmin têk bibin û Rêberê xwe rizgar bikin.”
 
TEBQA
 
Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê jî bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî meşek li dar xist. Piştre jî mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi gerandina dîlanê û berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
DERIK 
 
Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşma "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek lidar xist.  Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidome.
 
KOBANÊ
 
Li Kobanê jî bi tevlibûna dehhezaran kesan komploya navneteweyî hat şermezarkirin. Dayikan bi cil û bergên xwe û dirûşmên, ciwanan jî bi cilên xwe yên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser hebûn bal kişandin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê roja reş bikin roja azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.
 
HESEKÊ
 
Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Qada Azadî ya bajarê Hesekê meş û çalakî li dar xist. Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê tev li bûn. Qada mitîngê bi wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" û "Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo" hate xemilandin. Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra Seîd axivî. Emîra Seîd diyar kir ku komploya navneteweyî heya roja îro dewam dike û got: “Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo gelê Kurd tenê, lê ji bo tevahî gelên azadîxwaz re meşaleya azadiyê ye. Rêbertî roleke mezin di piştgirîkirina mafên jinan û şikandina bendên koletiyê de list û rêya azadiyê li pêşiya jinan vekir."
 
DÊRAZOR
 
Bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir. Girse nêzî 2 kîlometreyan meşiya û li Pira Salihiyê ya heman herêmê sekinî û mitîngek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed axivî. Şiyar Mihemed anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê were bilindkirin.
 
REQA
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê ji bo ku tev li meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bibin, li Qada Jina Azad a bajar kom bûn. Meşê ji Qada Jina Azad ber bi Çerxerêya El Neîm dest pê kir û li Çerxerêya El Neîm veguherî mitîngê. Piştî rêzgirtinê cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid axivî û got: “Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê kir, ronahiya azadî û rûmeta hemû gelan e. Me yekitiya Sûriyeyê parastiye û destê me ji bo aştî û diyalogê vekirî ye."
 
Meş bi qîrkirina dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" bi dawî bû.
 
DÊRIK 
 
Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşma "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek li dar xist. Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidome.
 
Di heman demê de li Girkê Legê, Hol, Til Berak, Şedad, taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê û gelek navçe û bajarokên din bi meş û daxuyaniyan komplo şermezar kirin. 
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû