NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku rojnamegerên îro hatin binçavkirin bên berdan.
Komeleya rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol û li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de herî kêm 52 kes hatine binçavkirin.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Ev binçavkirin di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên bêdengkirina çapemeniya azad de ne. Bi taybetî hedefgirtina rojnamegerên jin nîşaneya hewldana pêşîgirtina li hebûna jinê ya di çapemeniyê de û têkoşîna heqîqetê ye. Rojnameger dê rastiyan eşkere bikin, bibin dengê civakê û li dijî zilmê li ber xwe bidin. Azadiya çapemeniyê bingeha civaka demokratîk e. Lê belê li Tirkiyeyê polîtîkayên zextê yên hikûmetê gihiştiye wê astê ku rojnameger, nivîskar û xebatkarên çapemeniyê bêdeng bike û sûcdar bike û mafê raya giştî ya girtina nûçeyan asteng bike. Binçavkirin û zextên bi vî rengî yên bêhiqûqî wê nikaribin rastiyê veşêrin.
Weke MKG’ê em daxwaz dikin ku demildest hevalên me bên berdan. Em bang li hemû kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran hevgirtinê mezin bikin û bi hev re têbikoşin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Rojnamegerên jin ne bi tenê ne.”