NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên 2 mehan ên dewleta tirk û komên girêdayî wê de yên li dijî Kantona Firatê, 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin û 8 jî birîndar bûn. Her wiha gelek dibistan wêran bûn û bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar man.
Di 2 mehan êrişên dijî Firatê de 18 xwendekar û mamoste şehîd bûn
Ji 8'ê Kanûna par ve dewleta tirk êrişên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û herêma Bendava Tişrînê yên kantona Firatê, zêde kirine. Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi balafirên şer û yên bêmriov û çekên giran saziyên xizmetguzarî wekî stasyonên av û kehrebeyê kirin armanc û li dijî welatiyan bi taybet li gundewarê Kobanê komkujî pêk anîn.
Di encama van êrişên hovane de bi dehan dibistan hatin rûxandin û bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar, li gel vê jî 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin û 8 jî birîndar bûn.
Der barê mijarê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberia Xweser a kantona Firatê li ser malpera xwe ya fermî hevdîtina bi hevserkê desteyê Ehmed Ehmed re kiribû parve kir. Ehmed got dewleta Tirk a dagirker dibistanên seretayî kirin armanc.
Dibistanên bajarê Kobanê yê kantona Firatê ku ji ber êrişan zirar dîtine ev in; dibistana Xirûs a li başûrê bajarê Kobanê ku ew dibistana seretayî ye, ji qatekê pêk tê û bi temamî hat rûxandin.
Dibistana Cada Mexare ya seretayî ya li başûrê rojavayê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, bi temamî hat rûxandin.
Dibistana Til El Ebir a seretayî ya li rojavayê bajarê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, di qata jor de bi awayekî beşî zirar dîtiye.
Li bajarê Sirînê yê kantona Firatê jî dibistana Dîkan ku dibistaneke seretayî ya ku ji jorekê pêk tê, bi temamî hat rûxandin.
Ehmed destnîşan kir ku di encama hedefgirtina dibistanan û hilweşîna wan de hişt ku bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar bin. Wê yekê bandorek neyênî li pergala perwerdehiyê ya kantona Firatê kir.