ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin. 
	Îro di danê sibehê de polîsên dewleta tirk li taxa Konakê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mûrat Başkurt û Mûrat Yaşar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê. 




