* Yûsif Sîpan ê ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi hinceta li bin wêneyê ku di dema leşkeriya mecbûrî ya dema rejîma Beşar Esad de hatiye kişandin de şîrove kiriye, hat girtin. 
	* Tehliyeya girtî Mehmet Saît Yildirim ê 30 sal in girtiye bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin. 
	* Welatiyên ku piştî tayinkirina qeyûm bertek nîşanî berhevkirina konteynerên çopê dan gotin: "Ji konteynerên çopê jî ditirsin. Çi dibe bila bibe qethiyen em ê vîna xwe teslîm nekin." 
	* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1338’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
	* Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê û Xizmên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” li dar bixin. (12.00-13.00)
	* Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş dê di hefteya 545’an de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.30)
	*Çalakiya “Rûniştina F” ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 673’yan de li pêşiya avahiya şaxê were lidarxistin. (13.30)
	* Dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê meş bê lidarxistin. (12.00) 
								



