RIHA - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Rihayê bertek nîşanî daxuyaniya wezaretê ya têkildarî peyama bidîmen dan û gotin: “Di meseleyek ewqas girîng de balê dikişînin ser mewzûatê lê nabêjin ku tecrîd di mewzûatê de tune ye. Ma tecrîd di mewzûatê de heye?”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê heta niha du hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin û li bendê ye ku Abdullah Ocalan bangekî dîrokî bike. Lê tevî vê rewşê jî tecrîd didome û bertekên li dijî tecrîdê jî roj bi roj zêdetir dibin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Rihayê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin “pêvajoya veguherîna demokratîk” a Abdullah Ocalan daye destpêkirin û gotin ku ji bo aştiyeke birûmet divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
‘KURD Û DOSTÊN WAN ZELAL IN’
Hevseroka DBP’a Rihayê Sîbel Sutpak bal kişand ser nîqaşên têkildarî “çareseriyê” û wiha got: “Em tevek jî kelecan bûn. Dema mirov hêviya aştiyê di çavên Dayikên Aştiyê de dibîne, mirov bi kelecan dibe. Lê yên bang kirin heta niha jî tu gav neavêtine. Heta di dozên xwîndariyê de jî di navbera aliyan de qasid hene û hewl didin aliyan qaneh bikin. Lê dev ji qanehkirinê berde, ji bo xerabkirina pêvajoyê tevdigerin. Derdorên herî zêde êşiyayîn aştiyê dixwazin. Heke dayik qala aştiyê bikin divê mirov piştgiriyê bide. Kurd û dostên wan zelal in lê nûnerên dewletê jî divê xwe zelal bikin. Şandeya DEM Partiyê hevdîtin kir û derdor agahdar kir. Divê AKP an jî MHP jî bikeve nava heman hewldanan. Lê li şûna vê bike, li dijî HDK’ê operasyonê dike. Xebatên HDK’ê li welatên pêşketî dê bên xelatkirin lê li Tirkiyeyê weke hinceta girtinê tên nîşandan.”
‘DIVÊ HER KES GUH BIDE BANGÊ’
Siyasetmedar Ulaş Çoban jî got “tu kes ji aştiyê winda nake” û wiha got: “Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Hevdîtinên dawî hêviya aştiyê mezin kirin. Beriya niha jî hevdîtin hatin kirin lê îktîdarê pêşî lê girt. Bi têkoşînê dîsa rê li ber hate vekirin. Banga ku dê were kirin dê bibe destpêka serdemeke nû. Piştî bangê dê peywireke girîng bikeve ser milê gelan. Dive her kes guh bide vê bangê.”
‘BIRÊZ OCALAN JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDE’
Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Celalettîn Erkmen jî got ku divê her kes zimanê aştiyê bi kar bîne û ev tişt anî ziman: “Divê birêz Ocalan weke muxatabê meseleyê were dîtin. Ev dê bibe destpêkeke baş. Birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Ji bo vê divê mercên wî yên xebatê bên guhertin. Aştî, bi aliyên şer re tê kirin. Ji bo vê jî divê alî jidil bin. Axaftina vê rojevê jî girîng e. Em jî dixwazin her kes zelal be. Pêvajoyên berê nîşanî me dan ku feraseta yekperest nabe çareserî. Çareserî, modernîteya demokratîk e. Birêz Ocalan, ji bo hemû gelên Kurdistanê temînat û xwedî gotin e. Divê kesek li pêşiya çareseriya demokratîk nebe astengî. Em bi kelecaneke mezin li benda peyama birêz Ocalan in. Ji bo aştiyeke birûmet em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin birêz Ocalan.”
‘YA KU NE DI MEWZÛATÊ DE TECRÎD E’
Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî jî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li pêşiya çareseriya demokratîk astengî ye û got: “Divê tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Wezîr Tunç dibêje ‘peyama bidîmen di mewzûatê de nîne’ lê ev nayê wê wateyê ku nikare wer kirin. Di meseleyeke ewqas girîng de balê dikişînin ser mewzûatê. Lê belê nabêjin ku tecrîd jî di mewzûatê de nîne. Divê mirov jê bipirse ‘Ma tecrîd di mewzûatê de heye?’ Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê bêhiqûqî zêde bibin û bandorê li her kesî bikin. Lewma divê her kes piştgiriyê bide veguherîna demokratîk.”
‘EM JI BIRÊZ OCALAN BAWERÎN’
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî got: “Em ji birêz Ocalan bawerîn. Bi sala ye em êş dikişînin. Zêdetirî 40 sal in têkoşîna çekdarî heye. Ev wiha hat lê em naxwazin wiha bidome. Birêz Ocalan her tim dibêje aştî. Em bi birêz Ocalan re ne. Heke em dayik destên hev bigirin em dikarin rê li ber şer bigirin. Dê bûdçeya şer ji bo gel bê veqetandin. Bila dayik negirîn. Divê dayikên leşkeran jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Her kes ji birêz Ocalan bawer e lê ji dewletê bawer nake.”
AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Eyyubiyeyê Emîn Tutal jî got: “Birêz Ocdalan dibêje ‘heke şert û merc bên amadekirin ez dikarin pirsgirêkan di hefteyekê de çareser bikim.’ Em ji birêz Ocalan bawerîn. Kurd û dostên wan piştgiriyê didin biryarên birêz Ocalan. Her kes li benda daxuyaniyê ye. Divê peyam bidîmen be. Divê xeletiyên berê neyên dubarekirin. Ev meseleye bi bangekî çareser nabe lê dê jinû dest pê bike. Piştî bangê divê her kes jidil be û erka xwe pêk bîne. Aştiyeke birûmet bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Heke dewlet jidil be dê aştî bibe. Em ji birêz Ocalan bibawerin lê ji dewletê bawer nakin. Her çend baweriya me bi dewletê neyê jî îxtîmala aştiyê me bi kelecan dike.”
MA / Emrullah Acar