ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin, wiha got: “Me ji bo Ahmet Turk jî serlêdan kir.”
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan, diyar kir ku ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serlêdan kirine. Ayşegul Dogan, têkildarî daxuyaniya tê payin were dayin jî wiha got: “Êdî mijara ku divê em li ser nîqaşê bikin, ev banga dîrokî ye ku demekî dirêje em balê dikişînin ser. Bêguman girîng e ka dê bi kîjan rêbazê bê kirin.”
Ayşegul Dogan; diyar kir ku dê rêbaza eşkerekirina daxuyaniyê piştî serdana li Îmraliyê zelal bibe û wiha domand: “Me îro ji bo serdana Şandeya Îmraliyê serlêdan kir. Em li bendê ne ku di demekî herî kin de biçin. Ji bilî vê, tiştekî têkildarî prosedûra serlêdanê bê mereqkirin tune ye. Di vê mijarê de her kes li benda piştrastkirinê bû û vaye weke DEM Partî em vê piştrast dikin.”
'DERGEHÊN JIYANEKE NÛ LI PÊŞ ME YE’
Ayşegul Dogan, wiha domand: “Ji bo jiyaneke nû, em bi hêvî û coşeke mezin li benda daxuyaniya dîrokî ya birêz Ocalan in. Em careke din bibêjin; êdî gotin hatin kirin. Gotineke nabe ku êdî were taloqkirin. Me got ku gotineke biqedr û qîmet e. Me çi got? Dergehên jiyaneke nû li pêş me ne. Yek ji hîmên bingehîn a ku dê vê jiyanê ava bike jî ew e ku mirov derfetê bide gotinê. Heke em derfetê bidin gotinê, em bi hev re rêya gotinê vekin dê rêgezên hiqûqa demokratîk jî bikevin meriyetê. Dê xeyala me ya civaka demokratîk bibe rastî. Lewma jî ji bo aştî, guherîn û veguherîna demokratîk divê em tevek bêtirs bikevin nava hewldanan û deng bidin û piştgiriyê bidin.”
JI BO AHMET TURK JÎ SERLÊDAN HATE KIRIN
Ayşegul Dogan, pirsa “Gelo di şandeyê de tu kesên din cih digirin?” jî wiha bersivand: “Ji bo Ahmet Turk jî serlêdan hate kirin. Lê ji bo van serlêdanan hêj bersivek nehatiye dayin. Lewma ez nikarim piştrast bikim ka Ahmet Turk di şandeyê de cih digire yan na. Lê belê di nav serlêdêran de Ahmet Turk jî heye.”