Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava azadiyê ye.

Endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bi vexwendina hin rêxistinên ramanê li paytexta Îngilistan Londonê gelek peywendî pêk anîn. Parlamenterê DEM’ê Çîçek ji xeynî van hevdîtinan, beşdarî panela bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê’ bû.
 
Di destpêka panelê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. MLKP, Gîk-Der û nûnerên rêxistina girseya demokratîk beşdarî panelê bûn. Eleqeyeke zêde nîşanî panelê dan û gel bi yek dengê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.
 
Beşekî girîng ê panelê ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Cengîz Çîçek di panelê de axivî û derbarê rewşa tenduristiya Rêber Apo, agahî da.
 
Çîçek diyar kir ku ev civîn û civînên ku wê ji vir û şûnde bên kirin, wê pêvajoya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd diyar bike û wiha pêde çû: “Civînên wiha ne tenê li Ewropayê, em ê li Tirkiye û Kurdistanê jî lidar bixin. Hevdîtina me ya dawî ya li giravê jî mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, ‘ne dawî, destpêkekî nû ye’.”
 
Çîçek bal kişand ser nîqaşên ji bo dema nû ya têkoşîna civakî û diyar kir ku ev civîn girîng in. Çîçek got, “Ev ji bo me wezîfeyeke welatparêzî, şoreşgerî û demokratîk e.”
 
‘TENDURISTIYA ABDULLAH OCALAN TENDURISTIYA GELEKÎ YE’
 
Cengîz Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan tenduristiya gelekî ye. Tenduristiya Birêz Ocalan, tenduristiya polîtîk a gelekî ye. Ez dikarim vê bi zelalî bêjim, wêneyê hatî weşandin gelek heval hestiyar kirin. Gelek heval giriyan. Ev wêne tenê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan îfade nake. Eger mîna bendewariya gel dîmenek hatiba parvekirin, me dê bi hev re dîtiba ku ew çiqasê bi tendurist, motîve, kûr û lêhûrbûye. Lewma ez dikarim vê bêjim, Birêz Ocalan weke zihnî hîn zêdetir lêhûrbûye û kûr bûye, bi gotina wî hîn zêdetir ‘rafîne’ bûye. Û tenê li cihekê digere ku vê birijîne.”
 
ÇAWA LI SER PIYAN DISEKININ?
 
Çîçek bi bîr xist ku Girava Îmraliyê li dijî Rêber Apo û hevrêyên wî veguheriye qada tecrîd û îzolasyonê û got, “Em her tim dibêjin, girav bi xwe îzolasyonek e. Di nava giravê de odeyeke îzolasyonê ya taybet heye. Lê dema em pirs dikin ku tevî vê jî çawa li ser piyan dimînin, cewherekî taybet ê hevrêyên me yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê heye, ‘zanebûneke ku di nava çar dîwaran de ji bo parastina siyaseta gel û meşandina têkoşîna azadiyê, her derê dikin qada berxwedanê’. Rastiya herî berçav a li girtîgeha Îmraliyê, ev e.”
 
Panel zêdeyî 3 saetan dewam kir. Bi pirs û şîroveyên gel eleqeyeke zêde nîşanî panelê hate dayîn. Çîçek tespîtên girîng kir.
 
Cengîz Çîçek diyar kir ku tevgera azadiyê ya Kurd di têkoşîna 50 salan de di vîrajên girîng re derbas bûye. Çîçek sala 1999’an bi bîr xist û destnîşan kir ku dem û şert û merc çi dibin bila bibin, gel yekîtiya xwe parastiye û bi vî rengî ev vîraj derbas kirine.
 
‘EM Ê BIBIN HEVRÊYÊ HEQÎQETÊ’
 
Çîçek ev tişt jî bilêv kir: “Em tevgereke gel in. Têkildarî her mijarê dibe em cuda bifikirin. Ji bo azadiya xwe, me her cure berdêl daye. Azadî ne tenê karê hestê ye, karê zanist, dîrok û sosyolojiyê ye. Yekane rêya derketina ji van çerxerêyên dîrokî, ew e ku em bibin hevrêyê heqîqetê û bibin layiq.”
 
Çîçek anî ziman ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo, pêngavekî nû ye û navê vê jî ‘têkoşîna hebûnê qediya, niha dora azadiyê ye’.
 
Civîn bi rengekî bi coş bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Sernavên din

17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Tuncer Bakirhan li Manîsayê diaxive
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe