STENBOL - Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1041'emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Alî Işık pirsîn, daxwaza pêkanîna aştiyê kirin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1041'emîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya wê heftê de li aqûbeta Alî Işik ê ku di sala 1994'an de li Dêrsimê hatî windakirin hat pirsîn.
Daxuyanî ji hêla Besna Tosûn ve hat hat dayîn. Besna Tosûn di destpêke de bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û dû re jî wiha bal kişand ser serpêhatiya Alî Işik: "Di navbera 23-24’ê Îlona 1994’an de ji aliyê leşkerên Fermandariya Tûgaya Komando ya Çiyayê Boluyê ya di bin fermandariya Tûggeneral Yavuz Erturk de li gundikê Mirik a gundê Gokçekê ya Dêrsimê operasyon hat destpêkirin. Di dema operasyonê de ji malbatên Serîn û Işik ên li gundikê pitikek jî di nav de 7 kes hebûn. Kesên ku piştî operasyonê çûn gund dîtin ku her der hatiye bombekirin û mal hatine şewitandin. Ji Dîlek Serîna 3 salî, Gulîzar 34 salî û Dûzalî Serîn, Hatun Işik 25 salî, Elîf Işik 20 salî, Yeter Işik 18 salî û Haydar Işik ê 60 salî ku di malên xwe de bûn, tu agahî ji wan nehat girtin. Alî Işik ê vê demê leşkerbû, piştî leşkerî xilas bû ji bo malbata xwe berê xwe da Mirikê. Dû re ji wî jî agahî nehat girtin.
Kurê din ê malbatê Suleyman Işik ê ji ber ku wê demê li dibistanê bû rizgarbibû, di 30'ê Îlona 1994'an de bi daxwaza "Der barê xizmên wî de lêkolîn bê kirin û agahî bê dayîn bê sax in yan na" serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'ê da. Di 7'ê Cotmeha 1994'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê dabû û der barê aqûbeta malbata xwe û birayê xwe yê mezin ê ku çûbûn gund de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Lê belê her çendî dozgerê komarê daxwazname girtibe jî lê lêkolînek têr nekir û neçû cihê bûyerê."
Besna Tosun, diyar kir ku cenazeyê Alî Işik di 8'ê Cotmeha 1994'an de li ber nêzî Qereqola Gokçekê ji aliyê şivanekî ve hatiye dîtin û wiha got: "Laşê wî tazî bû, serê wî hatibû pelçiqandin û li gorî rapora Saziya Tipa Edlî bi çekê hatiye kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê di 5'ê Kanûna 1994'an de dosyaya 'kiryar nediyar û kuştin' ji Dadgeha Ewlekariya Dewletê re şand. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê di 27'ê Kanûna 1994'an de agahî da malbatê û got ku 'di derbarê kesên hatine windakirin de ti agahî nehatin bidestxistin'. Piştî ku di 30'ê Tîrmeha 2002'yan de li Dêrsimê Rewşa Awarte hat rakirin, malbatan gelek caran hewl dan dosya bê vekirin. Di sala 2004'an de parêzerê wan Huseyîn Aygun nameyek vekirî ji Serfermendarê wê demê Hilmi OzkOk re nivîsand û xwest ku berpirsyariya Tûgaya Komando ya Bolu û fermandarê wî lêkolîn bê kirin. Lê hemû hewldan bi ser neketin.
Em bang li rayedaran dikin ku di 31’emîn salvegera windayên li Mirikê de berpirsiyariya xwe bînin cih. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo hemû windahiyên xwe yên ji bo Dîlek Serîn, Gulîzar Serîn, Hatun Işik, Elîf Işik, Yeter Işik Haydar Işik û Alî Işik dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.
Bi boneya 8’ê Adarê em careke din dibêjin: Jin aştiyê dixwazin! Dayikên Şemiyê/Gel aştiyê dixwazin."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.