Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8'ê Adarê li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan diyar kir ku Abdullah Ocalan bi bangawaziya xwe derî vekiriye û gotin ku ev derî deriyê wan ê têkoşîna azadî û edaletê ye û wê derî li ber pirsgirêka kurd veke ku bi awayekî rêya demokratîk bê çareserkirin.

Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan. 
 
ÎDIR
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Îdirê meşek li dar xist û piştre şahî li dar xist. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiya ku bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hat lidarxistin. 
 
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Îdirê Fatma Kaya jî di bernameyê de axivî û got, "Bi salan e em hewl didin di bin zexta zîhniyeta serdest a mêr de bijîn. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku em ji nû ve kirine pêşengên civakê, bi hezkirin silav dikin. Pêşkêşkirina perspektîfa ku Rojhillata Navîn ronî kiriye ji me re bûye hêvî." 
 
Piştre Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Kezban Karasû axivî û roja hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin pîroz kir. Kezban Karasû got, "Çanda dilsozî û îtaetê bi salan bi polîtîkayên tundiyê li ser jinan tê ferzkirin. Di dema şer de em jin bûn mexdûrên zîhniyeta mêr a desthilatdaran. Avakirina aştî û civaka demokratîk ancax bi jin û têkoşîna jinê pêkan e. Em vê berpirsyariyê dizanin."
 
'JIN JIYAN AZADÎ'
 
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayigît silavên taybet ên Pervîn Buldan a di Heyeta Îmraliyê de ji jinên Îdirî re şandin ragihand û got, “Bila felsefeya me ya jin jiyan azadî her tim ji bo me hemûyan bibe hêviyek. Weke xwediyên felsefeya Jiyan Azadî em ala vê felsefeyê li her derê bilind dikin û em ê têkoşînê bidomînin. Em ê li her derê bi paradîgmaya azadiya jinê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Gulcan Kaçmaz Sayigît, careke din bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û got, "Birêz Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran jî banga aştiyê kir. Hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn hêviya xwe didomîne. Em jin bi vê wesîleyê soz didin ku em ê ji bo aştiyê gav bi gav li ber xwe bidin Em ê tu carî alên hevrêyên xwe daneynin, em ê wan hîn bilindtir bikin."
 
Şahî bi stranên Koma Sorjiyan, dîlana govendê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
MÊRDÎN/NISÊBÎN
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê jinan mîtîng lidar xist. Jinan bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiyê kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di mîtîngê de jinan dovîzên “Jin navê şoreşa bêçek e”, “Jin Şoreşe, Jin têkoşîne”, “Ji bo berxwedanê bang heye”, “Jin Jiyan Azadî”, “Xeta Jinê xeta azadiya jiyanê ye” û “Di xeta jinê de ber bi şoreşa jinê” hildan.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di mîtîngê de axivî û diyar kir ku jin wê têkoşînê bidomînin.
 
Piştre aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen jî bal kişand ser têkoşîna jinan a bi sed salan û destnîşan kir ku jin wê li dijî mejiyê dewleta mêr, têkoşînê bidomînin.
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî banga Rêber Apo bi bîr xist û got, “Li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê her kes du tiştan diaxivin. Têkoşîna jinan û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diaxivin. Civaka demokratîk ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê, pêdiviyek e. Têkoşîna jinê mifteya civaka demokratîk e.”
 
Piştî axaftinan, herî dawî aktîvîstên TJA’yê Gulser Yildirim û Hatîce Oncu peyama Rêber Apo ya ji bo jinan, bi Kurdî û Tirkî xwendin. Girseyê peyam bi rengekî bi coş pêşwazî kir û piştre hemûyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
Muzîkjen derketin ser dikê û stran gotin.
 
SÊRT
 
Li Sêrtê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi tevlibûna gelek jinan şahî hat lidarxistin. Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî hatin qadê dîmenên rengîn derxistin holê, bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî 8'ê Adarê" berz kirin. 
 
Piştî ku Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Sêrtê Rahşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Naze Bulga û Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş jin silav  kirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş axaftinek kir. Sebahat Saritaş işaret bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û bal kişand ser girîngiya bangawaziyê. 
 
Şahiya ku Dengbêj Halide tê de derket ser dikê, bi dirûşman bi dawî bû.
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji Parka Novada heta Qada Topçu meşiyan. Parlamentera Riha ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredarên jin ên şaredariyên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA'yê yên Riha û gelek jin 7 salî heta 70 salî beşdarî meşê bûn. Jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî û rengîn beşdarî meşê bûn, pankartên "Bi israr serhildan û Azdî", "Dengê te zelal wê cîhanê şîyar bike", "Em ê bi têkoşîna xwe jiyanê azad bikin" û "Bijî hevgirtina jinan", "Ji qirkirina jinê re na" û "Peymana Stenbolê bikin meriyetê" hatin vekirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Ji şer re na, aştî niha" qîriyan.
 
Meş li qada Topçu bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. Berdevka Demê ya Platformê Gul Fehîme Bînîcî di daxuyaniya çapemeniyê ya li qadê da axivî û bal kişand ser geşedanên dîrokî yên 8'ê Adarê û bal kişand ser girîngiya rojê.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku jinan her tim li qadan daxwaza mafên xwe kirine û got, "Em li hemberî yên ku keda jinan paşguh dikin serî hildidin. Riha bajarê şaristaniyan e. Gobeklîtepe xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye. Li bajarekî wisa qedîm hê jî keda jinan nayê dîtin û herî zêde jin di şer de tên qetilkirin."banga Civaka Demokratîk hembêz bikin." 
 
Dayika Aştiyê Emîne Sûer (85) ku tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî meşê bû jî got, "Em aştiyê dixwazin. Ne leşker ne jî gerîla bila nemirin. Bila êdî aştî bê." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi stranên Kurdî govend gerandin. Di bernameyê de mûmên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve li jinan hatin belavkirin.
 
AGIRÎ
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Agiriyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên ÎHD'ê û gelek kes tevlî daxuyaniya li Kolana Cumhuriyetê bûn. Di daxuyaniyê de jinên ku wêneyên jinên rastî tundiya mêr-dewletê hatin hilgirtin, dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Rêvebera ÎHD'ê Rûken Înan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser geşedanan û got, "Pêdiviya jinan bi aştiyê heye." Rûken Înan got, “Ji ber vê sedemê girîngiya pêvajoyê, tevî ku heta îro nehatiye dagirtin, jin dixwazin di 8’ê Adarê de daxwazên xwe yên aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman. Em weke jin parêzvanên mafên mirovan, em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin." 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Agirî jî li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzerên baroyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Agirî Sultan Gelturan di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Ev roja ku sembola têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye, her sal têkoşîna jinên cîhanê tîne bîra me. Lê mixabin êrîş, zext û tundiya li ser mafên jinan roj bi roj zêde dibin. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja berfirehkirina têkoşîna mafan, xurtkirina hevgirtinê û bilindkirina dengê xwe li dijî bêhiqûqiyê ye."
 
COLEMÊRG
 
Bi pêşengiya TJA'yê li navenda Colemêrgê li salona dawetê şahiyek hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî şahiya ku Koma Aryen lê derket ser dikê bûn. Hevseroka DEM Pariyê ya Bajêr Humeyra Armut 8’ê Adarê pîroz kir. Humeyra Armut got, 8'ê Adarê roja berxwedanê ye, 8'ê Adarê roja têkoşînê ye, 8'ê Adarê roja bihevrebûna jinanê ye. Ji bo vê jî em ê dîroka xwe û berxwedana xwe biparêzin.
 
Parlamentera Partiya DEM'ê ya Colemêrgê Oznur Bartîn bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Oznur Bartin anî ziman ku weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê rojên dîrokî derbas dikin û got, “Birêz Ocalan bi bangawaziyeke dîrokî îmze avêt. Piştî peyama dîrokî divê em jî bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. "Jin û dayikên ku tu carî dest ji aştî û azadiyê bernedin, wê vê pêvajoya aştiyê hîn bêhtir bi rûmet bikin."
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, roja hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir, anî ziman ku ew kesên di têkoşîna jin û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. “Hezar car roja Sakîne Cansiz, Sêvê Demir û Cîhan Bilgin pîroz be. Bi sedan hevalên me ji ber têkoşîna azadiyê di girtîgehê de ne, em jî roja wan pîroz dikin. Roja Leyla Guven, Ayşe Gokkan û gelek kesên din pîroz be. Weke jin divê em pêvajoya van rojên dîrokî baş bixwînin. Aştiya birûmet êdî li ber çavan e û weke jin me ji bo aştiyê têkoşîneke cidî meşand. Me carnan weke Dayikên Şemiyê, carnan weke Dayikên Aştiyê, carnan jî weke TJA'yê li qadan şer kir. Tevî zîhniyeta serdest a mêr, me têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind û gerdûnî kir."
 
Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8'ê Adarê hat xwendin. Piştî peyam hat xwendin jinan bi stranên Koma Aryen govend gerandin.
 
 

Sernavên din

16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Tuncer Bakirhan li Manîsayê diaxive
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin