ESKÎŞEHÎR- Endamê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar diyar kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê gavên pêbawer bên avêtin û bal kişand ser biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê û got: "Divê biryara mafê hêviyê demildest bê pêkanîn. Ev dê bibe bingeha herî xurt a çareseriyê."
Bandora banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) yê Wanê Zulkuf Uçar têkildarî bangawaziyê bang li dewletê kir ku ji bo Meclis veguhere qada çareseriyê gavên pêwîst bavêje.
'ÎMRALIYÊ VEGUHERAND AKADEMIYÊ'
Uçar diyar kir ku Abdullah Ocalan bi vê bangê re ji bo gelên Rojhilata Navîn însiyatîfeke nû hilgirtiye û got: “Ev pêngav deriyên jiyana demokratîk vedike û li hemberî şer û pevçûnên ku ji aliyê aqilê hegemonîk ve wekî yekane vebijêrk hatiye ferzkirin, deriyên jiyanê û deriyên lêgerîna li çareseriyê vedike. Birêz Ocalan bi salan israr kir ku şer û pevçûn tenê wêraniyê tîne. Bi salan anî ziman ku tekane rêya çareseriyê 'aştiya birûmet' û 'lihevhatina demokratîk' tekane çareseriya mayînde ye. Di vî warî de Îmraliyê veguherand akademiya lêgerîna 'aştiya birûmet'. Daxuyaniya dawî ya vê lêgerînê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ e.
Uçar anî ziman ku li hemberî feraseta hişk a navendî ya desthilatdariyê siyaseta demokratîk divê û got: “Siyaseta demokratîk; tê wateya ku gel bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyên biryardayîna siyasî bibe û di vî warî her kes xwedî îradeya siyasî ye. Siyaseta demokratîk li her erdnîgariya ku lê tê meşandin wê ji bo civakan bibe hinceteke azadiyê. Helbet ji bo misogerkirina vê jî çarçoveya qanûnî dide. Siyaseta demokratîk û çarçoveya hiqûqî du têgîn in ku ji hev cuda nayên nirxandin. Di heman demê de, ev hevgirtin dê di çareseriyê de bibe bendek bihêz."
CIDIYET DIVÊ
Uçar da zanîn ku ev bang hem ji aliyê PKK’ê û hem jî ji aliyê tevahî gelê kurd ve bi baweriyeke mezin hat pêşwazîkirin û got: “Divê dewlet hêza aktorekî wiha mezin û pêbawer fêm bike. Bi gotineke din; divê dewlet bi cidiyet û samîmî nêzî vê vîna mezin bibe. Ji bo vê yekê jî divê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku bangeke dîrokî ye û di rojeva hemû cîhanê de ye, bi heman wêrekî û hişmendiyê bê bersivandin. Ji bo dewletê pîvana vê yekê sererastkirinên hiqûqî ne. Divê ev sererastkirin bi hûrgulî bi rengekî piralî bên kirin."
Uçar destnîşan kir ku divê pêşî dewlet berpirsiyariya xwe pêk bîne û ji bo vê jî li Meclisê zemîneke azad a gengeşekirinê û îfadekirinê bê çêkirin.
Ûçar diyar kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê gavên pêbawer bên avêtin û bal kişand ser biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê û got: "Divê biryara mafê hêviyê demildest bê pêkanîn. Ev dê bibe bingeha herî xurt a çareseriyê."
Ûçar ku bal kişand ser sererastkirinên qanûnî û helwesta desthilatê ku divê biguhere destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin divê feraseta tekparêz ji holê rabe û Destûreke Bingehîn a Demokratîk bê çêkirin.
MA / Enes Beyaz