NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Bedlîs û Mûşê di tevahiya şevê de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Pira Siloxayê ya li navenda Mûşê bi meşaleyan pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê ji jinan re şandibû hate xwendin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz ji bo Newroza ku dê di 19’ê Adarê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
BEDLÎS
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji pêşiya Mala Mamosteyan heta Qada Fuarê bi pêşengtiya TJA’yê meşa meşaleyî hat lidarxistin. Piştre jî agir hate hilkirin û govend hate gerandin. Jinan, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
STENBOL
Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltanbeylî ya Stenbolê jî li Taxa Hamîdiyeyê agirê Newrozê hil kir. Eleqeyeke zêde ya ciwanan ji bo pîrozbahiyê hebû û gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Welatiyan, demeke dirêj li dora agirê hatiye vêxistin govend gerand.