ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya li Îzmîrê kir û got: "Ev nîşana ku me ji Kadifekale da, nîşan dide ku Newroz wê gelekî xurt be."
Pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek bajaran bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" didomin. Li Îzmîrê ku amadekariya pîrozbahiya Newrozê dike, bi pêşengiya jinan di 13'ê Adarê de li Kadifekaleyê agirê Newrozê hat pêxistin û Rahşan Demîrela li vir bedena xwe dabû ber agir hat bibîranîn. Di pîrozbahiya girseyî ya 22'yê Adarê de ku dê li Qada Gundogdu bê lidarxistin, wê Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Cengîz Çîçek beşdar bibin û axaftinê bikin. Alî Tekbaş û Şîlan Dora jî dê di Newrozê de derkevin ser dikê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li bajêr banga tevlîbûnê kir.
Odabaşi anî ziman ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû hêzên demokratîk û komeleyên herêmî û wiha got: "Me bi hemû saziyên dost û rêxistina xwe ya navçe û bajaran re komîsyonek ava kir. Me planek çêkir ku ji bo bigihêjin hemû beşên Îzmîrê. Lı gor berö beşdarıya lı destöpökö pır gırseyi bü. Ev nişana ku me ji Kadifekaleyê da nîşan dide ku Newroz wê gelekî xurt be. Em li bendê ne ku gelê me were pêvajoya dîrokî diyar bike."
Odabaşi diyar kir ku geşedanên piştî banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bandoreke erênî li qadên Newrozê bike û got: "Em ê Newroza herî mezin a demên dawî biceribînin û pîroz bikin. Em dizanin ku rêya aştiyê bi civakbûnê ye. Banga birêz Ocalan jî bi piranî ji bo civakê û civaka muxalîf e. Em dizanin ku aştî bi civakîbûnê û têkoşîna civakê pêkan e. Di vî warî d epeywira sereke jî ya me ye û em di vî warî de xebatên Newrozê didomînin."
Odabaşi bal kişand ser wê yekê ku Newroz her sal li gorî rewşa siyasî û konjuktura heyî dikare bê teşekirin û wiha got: "Cûdahiya vê Newrozê ji Newrozên din ew e ku em di nav guherîn û veguhertineke dîrokî de ne ku 50 an 100 salên pêş me diyar dike. Di vî warî de ev Newroz pir girîng e. Rola Newrozê di warê tiştên ku em ê di salên pêş de bikin girîng e. Ev jî wê pêvajoyê diyar bike. Lewma em li bendê ne ku gelê Tirkiyeyê bi girîngiya vê Newrozê xwedî li Newrozê derkeve qadan tije bike."