NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê di danê sibehê de bi balafiran êrişî Şirîda Xezeyê kir. Di êrişan de herî kêm 190 Filistînî hatin qetilkirin.
Îsraîlê agirbesta bi Hamasê re xerab kir û li dijî Xezeyê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de hejmara welatiyên hatine qetilkirin derket 190 kesan. Komên lêgerîn-rizgarkirinê ji ber bombebarana Îsraîlê di xwegihandina herêmên rastî êrişê hatin de zehmetiyê dikişînin. Hamasê piştî êrişê daxuyanî da û bang li welatên Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamî kir ku dorpêça li ser Şirîda Xezeyê bidin rakirin û banga civîna awarte li Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) di nûçeya xwe de anî ziman ku di êrişa Îsraîlê de gelek jin û zarok hatine qetilkirin. Har ragihandin ku di êrişên ser Şirîda Xezeyê de piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayin jin û zarok in û ev hejmar derketiye ser 190’ê. Gelek birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
ÊRIŞ BERDEWAM IN
Hat zanîn ku artêşa Îsraîlê dibistan, kon û malên ku welatiyên Filistînî yên li seranserî Şirîda Xezeyê xwe spartibûnê hedef digire.
Di heman demê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Xezeyê Mahmûd Ebu Vefah jî di êrişan de jiyana xwe ji dest daye.