NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Parlamenta Katalonyayê Eûllalia Reguant, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê wiha got: "Dewleta Tirk ev çend sal in sivîlan dike hedef. Em nikarin bêdeng bimînin."
Li Sûriyê piştî guhertina rêjîmê, Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya girêdayî wê (SMO) êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Di êrişên dawî yên hewayî de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera CUP a li Parlamentoya Katalonyayê Eulalia Reguant bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê.
Eulala Reguant ji ANF'ê re axivî û êrişên Tirkiyeyê weke êrişa dagirkeriyê bi nav kir û wiha got: "Ji avabûna Rojava û vir ve, dewleta Tirk hem êrişî herêmê dike û hem jî êrişî Kurdan dike. Dewleta Tirk bi rengekî vekirî sivîlên li herêmê dike hedef. Di gel ku ji Rojava tehdîd li ser Tirkiyeyê tune be jî, gelê herêmê her tim rastî êrişan tê. Armanca sereke ya dewlet û milîsên Tirk ew e ku herêmê bi temamî bixin bin kontrola xwe û mafê jiyanê nedin gelê Kurd."
'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNE'
Eûllalia Regûant diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dixwaze hegemonya Osmanî li herêmê ji nû ve ava bike û divê civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û wiha got: "Dewleta Tirk bi hedefgirtina binesaziya sivîl, çavkaniyên enerjiyê û tesîsên avê re şert û mercên jiyanê yên sivîlan tevlîhev dike û neçarî koçberiyê dike. Pêwîst e civaka navneteweyî li ser tiştên li herêmê diqewimin bisekine."
'DIVÊ HIŞYAR Û BALDARÎ BIN
Eulalia Reguant da xuyakirin ku hilweşîna rejîma Esad girîng e, lê divê mirov li hemberî rêveberiya HTŞ'ê jî baldar be û wiha got: "Pêwîste bi baldariyeke mezin li paşeroja HTŞ'ê binêrin. Em dizanin ku HTŞ xwedî paşerojek îslamî ya radîkal e. Me dît ku ev komên cîhadîst li Rojava û Kobanê çi dikin. Di heman demê de avakirina siberoja Sûriyeyê, ya ku divê esas bê girtin feraseteke demokratîk a xwerêveberiyê ye."
'DIVÊ MODELA ROJAVA BIBE MÎNAK’
Eûllya Reguant da zanîn ku sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin divê were parastin û weke modela siberoja Sûriyeyê bê qebûlkirin û wiha got: "Girîng e sîstema demokratîk û civakî ya li Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê modelek e û bibe mînak. Armanc ew e ku Sûriye bibe modela demokrasî û tevlêbûnê, hemû komên etnîkî û olî tevlî rêveberiyê bikin û demokrasiyeke rasteqîn mîsoger bikin. Avakirina rêveberiyeke berevajî, dûrî anîna demokrasiyê li herêmê, wê bêîstîkrariyê zêdetir bike. Modela Rojava ne tenê ji bo Sûriye û herêmê, di demeke dirêj de ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniyeke mezin a hêviyê ye."