'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'

img

MÊRSÎN - Sedat Akbay ê ku di dema Mazlûm Dogan de di girtîgehê de bû, diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya gelê kurd bi Mazlûm Dogan re bûye xwedî wateyeke nû û got: "Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan."

Mersîn yek ji wan navendan e ku Newroz bi coşeke mezin lê tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newroza îsal wê di 22'yê Adarê saet 11.00'an de li qada Mîtîngî ya Tîrmîlê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê bê lidarxistin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê wekî qiseker beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Hîvron-Pîroz, Nurcan Degîrmencî û koma erbanê ya jinan a herêmî wê derkevin ser dikê.
 
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hasan Cide bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û geşedanên li Rojhilata Navînê. Cîde anî ziman ku ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navînê bi taybetî bi geşedanên li Sûriyeyê re tevgerên hêzên emperyalîst hene û got: "Bi banga ku di 27'ê Sibatê de kir, birêz Ocalan diyar kir ku divê li Rojhilata Navînê çi bê kirin û çiqasî pêwîstî bi aştiyê heye. Rêbertî di avakirina civaka demokratîk de israr dike. Em dixwazin ev Newroz li welatê me û Rojhilata Navînê bibe sedema aştiyê. Tu şer heya dawiyê dewam nekiriye. Aştiya herî xirab, ji şer baştir e. Banga me ji bo hemû gelê me ye; werin em di Newrozê de peyameke li ser esasê demokratîkbûnê bidin vî welatî." 
 
Sedat Akbay ê ku di 17 saliya xwe de li navçeya Curnê Reş ya Rihayê hat binçavkirin, 45 rojan îşkence lê hat kirin û piştre bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, anî ziman ku dema behsa Newrozê tê kirin Mazlûm Dogan tê bîra wî.
 
Akbay diyar kir ku wî cara yekem di sala 1978'an de li Curnê Reş bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kiriye û got: "Salên piştre me di bin şert û mercên giran û rêveberiyên tund de pîrozbahiyên Newrozê yên biçûk li dar xist. Piştre ez hatim girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Li vir mirov an wê bûbûna îtîrafkar, an jî hatibûn asta tunebûnê. Di 21'ê Adara 1982'yan de Mazlûm Dogan sê darikên niftikê vêxistin û xwe feda kir. Ev yek li cem me bû sedem ku Newroz xwedî wateyeke nû ye. Ev yek, li girtîgehan feraseteke nû ya Newrozê çêkir. NEewroz wekî cejna rizgariyê ya kurdan dihat bilêvkirin. Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan."
 
Akbay bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de bi bîr xist û got: "Ew bangawazî gelekî girîng û kûr bû. Ne me ne dewlet, ne jî hêzên modernîteya kapîtalîst nikarîbûn wê fêm bikin. Ji ber vê yekê dawî li vê hat û gelek kesan berdêlên giran dan. Niha beriya Newroza 2025'an, bi rastî jî banga birêz Ocalan watedar û hêja ye. Bangawaziya birêz Ocalan a di sal 2013'an de bangawaziyeke ji bo kurdan bû, lê bangawaziya 2025'an tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navînê û cîhanê ye. Divê em zanibin ku wê bi paradîgmaya civaka demokratîk bi ruh û can bibe. Birêz Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo têkoşîn û rizgariya hemû gelên cîhanê ye."
 
MA/Abdulkadir Ayten - Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel