STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê çû serdana ÎBB’ê û got: “Li cihekî demokrasî lê tune be, mirov nikare behsa aştiya civakî bike.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, têkildarî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû çû serdana ÎBB’ê. Şande, ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û şandeya pê re hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin nêzî saetekê ji çapemeniyê re girtî domiya. Piştî hevdîtinê jî Tulay Hatîmogûllari û Ozgur Ozel li hundirê şaredariyê daxuyanî da.
Ozgur Ozel, di daxuyaniyê de got ku ew bi rêya piştevaniyê li ber gefan disekinin.
Tulay Hatîmogûllari jî binçavkirina Ekrem Îmamoglû jî di nav de 106 kesan weke darbeya li hemberî îradeya gel pênase kir û got: “Nepêkane ku ev yek bê qebûlkirin. Yên ku bi siyasetê nikare bi wan, hewl dide bi siyaseta qeyûm, bi rejîma qeyûm, bi binçavkirin û girtinan, bi betalkirina dîplomayê têk bibin. Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Li cihekî demokrasî lê tune be, mirov nikare behsa aştiya civakî bike. Dê piştevaniya me ya ji bo aştiyê bidome.”
Piştî daxuyaniyê, şandeya DEM Partiyê ji şaredariyê çû.