AMED - Ji bo Newroza Amedê ya sibê wê bê pîrozkirin amadekarî temam bûn.
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirÛşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ wÊ sibê Newroza Amedê pêk bê. Amadekariyên Newroza li Parka Newrozê wê bên pîrozkirin temam bûn. Qada Newrozê bi parnkar û alên DBP û DEM Partiyê hatin xemilandin. Li 6 nokteyan ketin qadê heye û hezar û 500 DEM Partiyî wê di ketina qadê û ber sahneyê de peywirdar bin.
Gelek rojnameger wê bişopînin
Bi sedasn kes jig elek welatî hatin vexwendîkirin. Ji Fransa, Katalonya, Ispanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hîndîstan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tunus û Herêma Federal a kUrdistanê wê bi sedan kes tevli bibin.
Her wiha hejmareke rekor a rojnamegeran wê Newrozê bişopînin. 629 rojnamegerên herêmî û biyanî wê bişopînin.
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku amadekariyên qada Newrozê temam bûne û wê bi coşek mezin pîroz bikin.