STENBOL- Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Veysî Eskî diyar kir ku hêvî û hesreta gel a aştiyê tevî hemû neyîniyan jî xurt e û got ku armanca wan ew e ku li Yenîkapiyê mazûvaniya milyonek kesî bikin.
Stenbol yek ji navendên girîng ên pîrozbahiya Newrozê ye ku îsal bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" tê lidarxistin. Li bajêr dê Newroz di 23'yê Adarê de li Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Amadekariyên Newroza ku wê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bê lidarxistin, bênavber dewam dikin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Veysî Eskî diyar kir ku armanca wan îsal ew e ku mazûvaniya milyonek kesî bikin.
WÊ HEZAR KES PEYWIRDAR BIN
Eskî da zanîn ku di çarçoveya xebatan de li her navçeyê komîsyon hatine avakirin û 150 hezar belavokên banga tevlîbûna Newrozê belav kirine. Eskî diyar kir ku di çarçoveya xebatên amadekariyê de nêzî 500 pankart û 400 bîlboard yên bi kurdî û tirkî hatine daliqandin. Eskî da zanîn ku wê nêzî hezar kes di Newrozê de peywirdar bin û wiha got: "Karmendên me dê alîkariya mêvanan bikin û ewlehiya herêmê pêk bînin. Herî kêm 50 parêzer dê li ser kar bin. Bangawaziyên me yên bi sponsor ên li ser medyaya civakî dê hebin. Dê heya 23'yê Adarê li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê bê pêxistin. Dê Kadîr Çat û Koma Praksîs derkevin ser dikê. Wê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, siyasetmedar Gultan Kişanak, ji Şandeya Îmraliyê Sirri Surreya Onder û hevalên me yên siyasetmedar biaxivin. Amadekariyên me yên sahneyê li ber qedandinê ne."
NEWROZA AZADIYÊ
Eskî destnîşan kir ku Newroz ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navînê tê pîrozkirin, lê ji bo kurdan xwedî girîngiyeke taybet e û got ku Newroz ne tenê cejna gelê kurd e, di heman demê de sembola berxwedan û azadiyê ye. Eskî got: "Newroz ji bo gelê kurd sembolek e, di şexsê Mazlûm Doganan de bi şewitandina 3 darikên niftikê, her wiha bi agirê Kawayê Şoreşger li dijî Dehaqên Zalim hatiye pêxistin. Meşaleya berxwedan û azadiyê ya Kawa pêxistiye, di şexsê Mazlûm, Zekiye, gelê kurd û gelê berxwedêr de heta roja îro hatiye."
Eskî bi bîr xist ku dirûşmeya îsal “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” e û got: "Em di wê baweriyê de ne ku Newroz dê bibe lûtkeya avakirina civaka demokratîk. Avakirina civaka demokratîk ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navînê jî bûye esas."
BANGAWAZÎ
Eskî da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala her gelî kişandiye û wiha dewam kir: "Ya ku wê rê li ber vê pêvajoyê veke, başkirina şert û mercên jiyanî yên birêz Ocalan û azadiya wî ye. Bi vê hişmendiyê re, daxwaza yekemîn a li qadên Newrozê dê ji bo avakirina azadiya fizîkî û qanûnî ya Ocalan be. Dê li qada Newrozê ji bo gelê me sûrprîz hebin jî. Tevî hemû neyîniyan jî hêvî û hesreta aştiyê ya gelê me gelekî xurt e. Em difikirin ku di 23'yê Adarê de herî kêm mîlyonek kes wê biherike Yenîkapiyê. Em hêvî dikin ku hemû gelê me roja Yekşemê saet di 10:00'an de beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 'Ji bo azaidyê Civaka Demokratîk' bibe."
MA / Esra Solîn Dal