ÎZMÎR - Newroza Azadiyê li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” bi coş pêk hat. Di Newrozê de peyama "Têkoşîna hevpar pêwîst e." hat dayîn.
Îsal bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) cejna Newrozê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê pêk hat. Gel û jin bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Îmraliyê re hezar silav” daketin qadan.
Di Newroza Îzmîrê de Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica û Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk wê beşdarî Newroza Îzmîrê bûn. Şîlan Dora, Alî Tekbaş û Şemsettîn Çetînkaya derketin ser dikê.
Piştî rêzgirtinê bernama pîrozbahiyê dest pê kir û Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê derketin ser dikê gel silav kirin û Newroz pîroz kirin.
Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica xitabî gel kir û bal kişand ser girîngiya Newrozê.
Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û dû re hunermend Şemsettîn Çetînkaya derket ser dikê.
Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Rojhilat û rojavayê Firatê di nava têkoşînê de ne. Li hemberî faşîzmê dê têkoşîna me bidome."
Di pîrozbahiyê de herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku di hefteya Newrozê de bi milyonan kes li seranserê Tirkiye û Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan dane û dirûşmên aştî û azadiyê qîriyan.
Pîrozbahî bi stranên hunermend Şîlan Dora û Alî Tekbaş bi dawî bû.