NAVENDA NÛÇEYAN - CHP ji bo diyarkirina namzetê serokkomariyê pêşhilbijartinê li dar dixe.
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo diyarkirina namzetê/a serokkomariyê pêşhilbijartinê li dar dixe. Di pêşhilbijartinê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku hate girtin, tekane namzet e. Dengdayina pêşhilbijartinê saet di 08.00’ê de des pê kir.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Em ê îro şahiya demokrasiyê bijîn. Ez bang li endamên me dikim ku biçin ser sindoqa pêşhilbijartinê, banga piştevaniyê li 85 milyon hemwelatiyên me dikim ku xwedî li Tirkiyeyê derkevin.”
Endamên CHP’ê dê li hemû bajar û navçeyan li ser 5 hezar û 960 sindoqan dengê xwe bidin.
Ji bo kesên ne endamên CHP’ê jî “Sindoqên Piştevaniyê” hatin danîn.