STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di pîrozbahiya Newrozê de gotin: “Li dijî kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me mehkûmî tarîtiyê bikin, em berxwedana xwe mezin bikin.”
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê dest pê kir. Di pîrozbahiya bicoş de danezana Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hate xwendin. Danezan, ji hêla Nehîr Sevîm ve hate xwendin. Sevîm, wiha got: “Îsal em Newrozê bi hêviya aştî û azadiyê pêşwazî dikin. Bi biryardariya ji bo pêşerojeke demokrasî, edalet û wekhevî tê de serwer em li vir in. Rojhilata Navîn û welatê me bi şer, komkujî û planên emperyal hatiye dorpêçkirin. Li gelan tê ferzkirin ku di dorpêça şer, wêranî û kedxwariyê de bijîn. Komkujiyên herî dawî yên li dijî Elewiyan, qirkirina li dijî xelkê Filistînê û polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd, mînakên vê yên herî şênber in. Lêbelê gelên me yên di tevahiya dîrokê de li dijî zilmê li ber xwe dane, îro jî li dijî emperyalîzmê, pergala kedxwariyê û faşîzmê têdikoşin. Li dijî kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me mehkûmî tarîtiyê bikin, em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”
BERTEK NÎŞANÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DAN
Di danezanê de hat gotin ku kedkar neçarî birçîtî û xizaniyê tên kirin, heqdest kêm tê dayin, grev tên qedexekirin, çavkaniyên cemaweriyê pêşkeşî sermayeyê tê kirin. Danezan, wiha domiya: “Patron li serweta xwe serwetê zêde dikin lê bi milyonan kes di sînorê birçîtiyê de dijîn. Lê em li vir in. Em ê bi saya têkoşîna jinan, kedkaran, bêkaran û ciwanan vê pergalê biguherînin.
Tayînkirina qeyûman a li şaredariyan, derbeyeke li dijî vîna gel e. Bi awayekî derhiqûqî li şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Esenyurt, Xelfetî, Dêrsim û Pulurê qeyûm hatin tayînkirin. Niha jî hewl didin Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û şaredarên Şîşlî û Beylîkduzuyê ji peywirê bigirin û vîna gel xesp bikin. Em van hewldanên desteserkirina îradeya gel qebûl nakin. Di heman demê de em girtina ji peywirê ya rêveberiya Baroya Stenbolê jî şermezar dikin. Em ê li dijî van hewldanên derbeyê yên li dijî vîna gel bêdeng nemînin.
Dixwazin pêşeroja ciwanan tune bikin. Zanîngehan teslîmî sermayedaran dikn, bi destê qeyûman azadiya akademîk tê xespkirin. Lêbelê ciwan vê tarîtiyê qebûl nakin û li kampus û kolanan berxwedanê mezin dikin. Jin jî li dijî van polîtîkayên paşverû û mêrê serdest serî natewînin. Jinên ku li dijî cînayetên jinan, tundî û newekheviyê kolanan dadigirin, têkoşîna xwe ya li dijî zextên îktîdarê mezin dikin. Jinên ku di 8’ê Adarê de berîqet derbas kirin, li qadên Newrozê jî agirê azadiyê gur dikin. Îktîdara siyasî, ji bilî zext û zordestiyê tu tiştekî pêşkeş nake. Bi lêpirsîn, girtin û zextan re hewl dide pêşî li têkoşîna gel a rewa bigire. Em bi milyonan kes in û bi tu awayî serî natewînin. Newroz, berxwedana li dijî zilmê ye, roja azadiyê ya li dijî dîltiyê ye. Li dijî rejîma yekzilamî, li dijî pergala kedxwariyê ya kapîtalîzmê û li dijî pergala faşîzmê, roja serhildan û têkoşînê ye. Em bi hev re bi ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê govendê bigerînin.”