NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî girtina Ekrem Îmamoglû wiha got: “Tekane sûcê wî têkbirina Recep Tayyîp Erdogan e lewma hate girtin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da. Ozel, wiha got: “Tekane sûcê wî têkbirina Recep Tayyîp Erdogan e lewma hate giritn. Em bi du kompasan re rû bi rû ne. Daxwaza girtinê ya ji îdiaya terorê hate redkirin lê ji dosyaya din biryara girtinê dan.”
Ozel, wiha domand: “Ji ber ku îxtîmala tayînkirina qeyûm a li îradeya Stenbolê ji holê rabû, girîng e. Ji bo serok di zûtirin demê de azad bibe hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla civakî ve dê îtîraz bên kirin. Ev 4 roj in j bo Ekrem Îmamoglû li kolan û qadan e. Hûn nikarin tevî gel jî kompasan çêbikin û li derveyî lîstikê bihêlin.”