AMED - DBP’ê bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Divê daraz paşvegavê biavêje û dev ji êrişa xwe ya li dijî îradeya gel berde.”
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê diyar kir ku îktîdara ku di hilbijartinan de têk diçe hewl dide bi derbeya darazê şaredariyan bi dest bixe û got: “Îktîdara ku ranegirt ku bi rêya ‘Lihevkirina Bajar’ tevahiya rengên civakê di rêveberiyên şaredariyan de cih bigirin, îktîdara ku qada rantê winda kir, êrişên xwe yên ser vîna gel didomîne... Heke hizra îktîdarê ew be ku Tirkiyeyê bi rejîma qeyûman birêve bibe, wê demê xwe dixapîne. Çawa ku li Kurdistanê bi polîtîkaya qeyûm ji bo xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê hatibe bikaranîn, dixwazin di serî de li Stenbolê li tevahiya Tirkiyeyê vê rejîmê bidomînin. Li dijî vê feraseta ku vîna gel tune dihesibîne, ji bilî mezinkirina têkoşînê û avakirina civakeke demokratîk tu rê nînin.
DERBEYA SIYASÎ
Ev polîtîkayên li dijî îradeya gel çawa duh li Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Dêrsim û Colemêrgê hatibin mehkûmkirin, em vê derbeya siyasî ya sivîl a li dijî vîna xelkê Stenbolê jî red dikin. Divê daraz tavilê paşvegavê biavêje û dev ji êrişên xwe yên li dijî îradeya gel berde.”