STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û weke “derbeya li dijî îradeya gel” nirxand.
Li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji Bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûne û agirê Newrozê hate vêxistin.
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû di pîrozbahiyê de axivî û got: “HDK gel e, HDK milyon in û hûn nikarin HDK’ê hefs bikin. Niha li Stenbolê li dijî îradeya gel operasyonek heye. Em her tim li dijî derbeyan derketin. Em vê opearsyonê, derbeyeke li dijî Stenbol û Lihevkirina Bajar dibînin. Di heman demê de ev derbe provokasyoneke li dijî bana aştiyê ya birêz Ocalan e.”
Bi domdarî Kenanoglû bertek nîşanî Mansur Yavaş da û got: “Duh li Saraçhaneyê provokatorek hebû. Dema zarokên Kurd di bin panzeran de dihatin eciqandin ma te gotinek kir? Dabeşkarî karê van e. Em li dijî vê derbeyê ne. Me jî li Saraçhaneyê cihê xwe girt. Em ê firsendê nedin te. Mîna li dijî provokatorên vî welatî, em ê firsendê nedin te jî Ev Newroz Newroza xwedîderketina li aştî û civaka demokratîk e.”