STENBOL - Siyasetmedar Gultan Kişanak di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de got: “Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan gavekî gelek girîng avêt. Dora gavavêtinê niha ya Enqereyê ye.”
Li Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûne. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de got: “Hûn îro li vir dîrokekê dinivîsin. Gelê Kurd her çar aliyan li ser pêya ye û daxwaza azadiyê dike. Me her cureyên xerabiyê dîtin lê me tu caran dev ji Kurdbûna xwe û têkoşînê berneda. Deriyên girtîgehan vekin û ji bo birêz Ocalan vê pêvajoyê birêve bibe şert û mercan ava bikin. Birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Dê ciwan rêya siyaseta demokratîk vekin. Em daxwaza aştiyeke birûmet dikin. Em dixwazin bibin hemwelatiyên wekhev. Dixwazin zextên li ser ziman, çand û nasnameya me bi dawî bibin.”
Kişanak, wiha domand: “Em li dijî şer aştiyê diparêzin. Li dijî qeyûman bi îradeya gel re ne. Hinek kes dereng man lê hêvîdarim her kes rêgeza yên bi sindoqê hatin dê bi sindoqê biçin bibînin. Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd û Tirkan bangekî gelek girîng kir. Niha dora gavavêtinê ya Enqereyê ye. Divê Enqere dengê gelan û dengê Rojava bibihîse. Pêşiya birêz Ocalan vekin û em bi hev re pêşerojeke azad û wekhev ava bikin.”
‘EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN’
Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu jî wiha got: “Tevî plana têkbirinê jî gelê me li ber xwe da û xwe gihand van rojan. Weke HDK’ê em ê van lîstikan tevekan vala derxînin. Em ji bo hemû gelan hemwelatiya wekhev dixwazin. Îro bi hincetên vala Ekrem Îmamoglû girtin. Em bi her kesên têdikoşin re ne. Weke jin û ciwanan em ê têbikoşin û teqez bi ser kevin.”