ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê ku krîza aborî bandoreke mezin li ser dike, diyar kirin ku sedema krîzê îktîdar e û gotin tiştên dijîn zilm e.
Krîza aborî ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê her ku diçe girantir dibe û girêdayî vê, hêza kirînê ya gel jî kêm dibe. Welatiyên navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi krîza aborî û ketina hêza kirînê re her ku diçe bêhtir xizan dibin. Welatiyên navçeyê têkildarî krîza aborî ji ajansa me re axivîn.
Welatiya bi navê Meryem Bayram diyar kir ku wan nekariye danûstandina cejnê jî bikin û got: “Her tişt gelek biha ye. Em êdî nikarin tu tiştekî bikirin. Qet nebe me berê dikariya hin tiştan bikirin. Wê demê hizûr hebû lê niha tu tiştek nema ye. Tenê navekî vê heye, ew jî zilm e. Ji bilî vê tu tiştek nîne.”
'EZ NIKARIM JI ZAROKAN RE CILAN BIKIRIM’
Abdulazîz Solmaz jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî şert û mercên jiyanê zehmet bûne û gelek kes nikarin tiştekî ji mal û zarokên xwe re bikirin. Solmaz, got: “Bi rastî jî em dibêjin xwezî bi salên berê. Heke li ser xwe mînakê bidim; beriya niha min dikariya cil û bergan ji zarokên xwe re bikirim û bihayê wan guncav bû. Lê niha nikarim bikirim. Her tişt pir zêde biha bûye. Weke ku her kes pê dizane berpirsyarê vê rewşê jî diyar e.”
'BERPIRSYARÊN VÊ BIHABÛNÊ RÊVEBER IN’
Mehmet Emîn Îlhan jî got: “Di cejnên berê de şert û merc gelek baş bûn. Kesekî xebatkar dikariya debara 10 kesan bikira. Lê mûçeyê niha besî danûstandinekê jî nake. Sedema vê jî her kes dizane kî ye. Sebeba vê bihabûnê rêveber in. Lîtreya mazotê bûye 50 TL. Di şertên Cizîrê de kesek nikare mûçeyê kêmtirîn jî bigire. Hinek xizmên min ên ajokariyê dikin hene û dizanim ku mehê di bin kêmtirîn mûçeyê de pereyan distînin. Ji serê sibehê heta êvarê dixebitin û di rêyan de ne lê tenê 15-16 hezar lîreyan distînin. Em dixwazin hêza kirînê zêde bibe.”
'FIYET 10 QET ZÊDE BÛNE’
Orhan Şan jî got ku krîza aborî dike ku ew ji gelek aliyan ve ji xwe tiştan kêm bikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber bihabûna jiyanê em nikarin tiştên bi dilê xwe bikin. Hêza kirînê ketiye. Gelek mişteriyên min israr dikin ku bihayê tiştan erzan bikim. Karê em dikin kêm bûye. Di demên berê de heqê te yê rojekê têra te heta hefteyekê dikir. Lê niha ji bo bikarî bijî divê her roj bixebitî. Li gorî salên berê bihayê her tiştekî 10 qet zêde bûye. Sedema vê jî enflasyon e.”
Welatiyekî nexwest navê xwe bide jî berteka xwe wiha nîşan da: “Her tişt gelek biha ye. Êdî kesek nikare debara xwe bike. Her roj em dibêjin xwezî bi par.”