NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade qetil kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade ku li bajarê Urmiyeyê yê rojhilatê Kurdistanê dijiya, qetil kiriye. Hat diyarkirin ku Zade, di 29’ê Adarê de li gundê Qişlaq ê girêdayî bajarokê Terzîlu yê Urmiyeyê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatiye qetilkirin. Hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê bêyî ku hişyariyekê bikin, bi îdiaya gumana “amûrên qaçax” wesayîta Zade gulebaran kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîmê di meha Sibatê de jî li bajarokê Kueştî yê Herêma Loristanê 3 welatiyên Kurd gulebaran kiribûn û qetil kiribûn.