Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû

  • rojane
  • 11:15 3 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi birayê xwe Veysî Aktaş re kir, got ku moralê wan û tenduristiya wan baş bû. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di çarçoveya betlaneya Cejna Remezanê de di 31’ê Adarê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aslan çûn hevdîtinê.
 
Aktaş ji Adara 2015'an û vir ve ku sewqî Îmraliyê hatiye kirin tenê 4 caran hevdîtin bi malbatê re pêk aniye. Aktaş ji roja ku ew birine Îmraliyê heta niha carekê jî bi parêzerê xwe re hevdîtin nekiriye. 
 
Aktaş ji dema ew birin Îmraliyê tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an û 3'yê Adara 2020'an de bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye. Herî dawî Aktaş bi xwişka xwe Sabîha Aslan re li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêya telefonê axivîbû û di 27'ê Nîsana 2020'an de hevdîtin pêk anîbû.
 
Xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan têkildarî hevdîtina 6 sal şûnde li Îmraliyê pêk anî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Sabîha Aslanê anî ziman ku dema serlêdana Cejna Remezanê kirine ew zêde bi hêvî nebûye û got: "Min digot wê nebe, lewma ne pir bi hêvî bûm. Wekî her cara me serlêdan dikir, me got wê vê carê jî red bikin. Du roj beriya cejnê telefon kirin û ji min re gotin ku destûra serdanê hatiye dayîn. Ji kelecanê heta duh jî ez nikarîbûm razêm. 2 saetan xew bi çavê min neketiye. Mirov nikare behsa wê heyecanê bike. Ez dikarim bêjim 5 rojan 2 saet xew bi çavê min neketibû."
 
Sabîha Aslanê diyar kir ku herî dawî birayê xwe 6 sal berê dîtiye û got: "Di navbera 6 sal berê û niha de ferqeke mezin hebû." Sabîha Aslanê anî ziman ku li gorî berê bi muameleyeke baştir re rû bi rû mane. Sabîha Aslanê da zanîn ku hevdîtin 50-55 deqeyan dom kiriye û got ku wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li odeya ku girtiyan hevdîtin pêk aniye. Sabîha Aslanê bi bîr xist ku beriya niha li heman odeyê hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Pêşî Mehmet Ocalan û Omer Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştre Polat Yildirim bi Hamîlî Yildirim re hevdîtin kir. Piştre jî me hevdîtinek pêk anî. Odeya ku min lê hevdîtin kir odeya ku maseya gilover lê bû."
 
Sabîha Aslanê bilêv kir ku dema ketiye girtîgehê ji heyecana her du destên xwe daniye ser hev û li bendê sekiniye û got: "Ez hewl didim xwe kontrol bikim. Di wê kêliyê de memûr got, 'Veysî tê'. Min li rûyê wî nêrî, berî ew ber bi min ve bê, ez ber bî ve beziyam û min ew hembêz kir û maç kir. Min got, 'Ez qurbana birê xwe bim. Ez qurbana hevalê te bim.' Paşê em li dora maseyê rûniştin û me sohbet kir. Min zoq lê dinihêrî, min li rewşa hevalan jî pirsî. Min got 'Hûn çawa ne?' Got, 'Em baş in, ew jî baş in.' Di wêne de xurt xuya dikirin, lê ne wiha bû. Zihîf bû. Min li rewşa tenduristiya wî pirsî. Got, 'Tenduristiya me pir baş e.'"
 
KULÎLKA LI GIRAVÊ 
 
Sabîha Aslan ku got "Gava em li giravê bûn, min kulîlkeke zer a li derve birîbû û xistobû şûşeya pet, min xistibû hundir" got: "Min ew danîbû ser masey. Pirsî 'Te ev kulîlk ji ku aniye?' Min jî got min ew ji vir aniye. Bi ken got, 'Çima tu ya li vir ji min re tînî; jixwe ez li vir im. Ya li vir bibe mal. Em keniyan." 
 
Sabîha Aktaşê bi lêv kir ku birayê wê rewşa malbatê pirsiye û wê jî gotiye ku her kes baş e. 
 
Sabîha Aslanê diyar kir ku ne Aktaş ne jî ew nikaribûne rewşa bavê xwe yê ku di 30'yê Mijdara 2022'yan de jiyana xwe ji dest da bipirsin. Sabiha Aslanê wiha dewam kir: "Ne wî karîbû bipirse û ne jî min tiştek got. Piştre min ji Veysî pirsî 'Te tiştek bihîstiye?' Li dîwêr nêrî û got, Mirina bavê min? û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: 'Belê min bihîst.' Sedema mirina wî pirsî, min jê re got ku xwîn çûye ser mejiyê wî. Li halê dêya min pirsî. MIn jî got, extiyar bûye. Min got bi meraq li benda te ye. Wî jî got, 'Înşele.'" 
 
‘MIN BEHSA NEWROZA AMEDÊ KIR' 
 
Sabîha Aslanê diyar kir ku wê behsa coşa Newroza li Amedê jî kiriye û wiha got: "Min ji Veysî re got 'Di Newroza Amedê de wêneyê we vekiribûn.' Got ku hindik be jî dîtine. Min got di Newrozê de mirov bi heycana aştiyê bûn. Veysî got, 'Înşele.' Min behsa dema xwendina bangê kir. Min got, ji extiyaran heta ciwanan her kes hestiyar bûye. Pirsî 'Wa?' Gelek tişt hebûn, ji kelecana min nepirsî." 
 
Sabîha Aslanê diyar kir ku ji ber hinceta kincên bi etîket dişîne Aktaş xwe aciz kiriye û got: "Min jê re got ku cilên bi marqe neşandiye, tenê nivîs li ser hebûne. Min got ku her tiştên li ser wan nivîs hene ne marqe ne. Veysî ji min re got, 'Ez dixwazim ku tu cil û bergên li bazarê bikirî.' Min jê re got ku ez nikarim wan bibînim, wî xwest ku tiştên wiha neşînin."
 
DI 9 SALAN DE 3 NAME DANE
 
Sabîha Aslanê li ser pirsa gelo name ji we re hatiye yan na, diyar kir ku Aktaş gotiye ku di nava 9 salan de tenê 3 name hatine.
 
Sabîha Aslanê diyar kir ku rewşa wan û moralê wan baş bûye û wiha got: "Moralê wî gelekî baş bû. Got moralê hevalên din jî baş bûye."
 
Sabîha Aslanê ragihand ku xwestine malbat di çarçoveya Cejna Remezanê de slavê bidin girtiyan, lê ev daxwaza wan nehatiye qbeûlkirin. 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû