AMED - Ji bo endamê PKK’ê Bulent Aydin ku di sala 1995’an de li Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê şîn hate danîn.
Endamê PKK’ê Bulent Aydin (Burhan) di sala 1995’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Aydin, li Mala Şînê ya Abdurrahman Enç a li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn. Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes çûn serdana şînê.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de axivî û soz da ku dê têkoşîna kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Piştî xwendina duayan, sersaxî ji bo malbatê hate xwestin.
Şîn dê sibe bi dawî bibe.