NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara hefteya pêş dê bê Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku dê Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara hefteya pêş ji ewil biçe serdana Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereban û piştre biçe serdana Tirkiyeyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şara piştî rêveberiya Sûriyeyê bi dest xistî, cara ewil di 4’ê Sibatê de hatibû serdana Tirkiyeyê. Cara duyemîne dê bê serdana Tirkiyeyê.
Ev serdan, di demeke ku li Sûriyeyê rageşiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêde dibe û peyman di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat îmzekirin de tê kirin.