AMED - Meclisa Jinan a DBP’ê dê li bajar, navçe û taxên lê birêxistinkirî ye ji meha Gulanê ve xebatên atolyeyê bide destpêkirin û atolye dê sê meha bidomin.
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî civîna 12’ê Nîsanê ya li Amedê, daxuyanî da û ragihand ku ji meha Gulanê ve dê li bajar, navçe û taxan ji bo 3 mehan dest bi bernameyeke xebatê ya berfireh bikin. Hat ragihandin ku di encamnameya civînê de li ser karên perwerde, akademî û rêveçûna karên Meclisa Jinan û planên çalakiyan nîqaşên kûr hatine kirin.
Di encamnameyê de bal kişand ser rola pêşeng a têkoşîna azadiya jinan a di avakirina aştî û civaka demokratîk de û girîngiya xebatên li ser esasê felsefeya “Jin, Jiyan, azadî” hate ravekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin divê bi îradeya xwe di siyaset, jiyana civakî û aboriyê de cih bigirin û ev yek bingehê civaka demokratîk e. Hate destnîşankirin ku wezîfe û berpirsyariya jinan ew e ku xwedî li pêvajoya avakirina demokratîk derbikevin û wiha hate gotin: “Civakîbûna bangê di heman demê de tê wateya zindîbûna bangê û avakirina civaka demokratîk.”
Di encamnameyê de ev biryar derketin pêş:
“* Li hemû bajarên ku em lê rêxistinkirî ne, wê komîsyonên jinan bên avakirin û xurtkirin.
* Li du bajarên ku em lê rêxistinkirî ne, wê dibistana partiyê ya jinan bikeve meriyetê.
* Em ê civîn û atolyeyan pêk bînin û li ser dirûşma ‘Jinên Azad û Civaka Demokratîk’ û Îdeolojiya Rizgariya Jinê nîqaşan bikin.
* Li bajar, navçe û taxên ku em lê rêxistinkirî ne, em ê ji meha Gulanê û şûnde ji bo 3 mehan xebateke berfireh bimeşînin.”