STENBOL - Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralpê diyar kir ku divê aştî li dijî şerê tê kirin civakî bibe û got: "Bê jinan aştî ne pêkan e."
Di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de gengeşeyên li ser pêvajoyê û geşedanên di vî warî de didomin û têkoşîna aştiyê di rojeva jinan de ye. Ji salên 1990’î vir ve tevgera feminîst û tevgera jinên kurd li gelek platforman hatin cem hev û ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar rêxistin dikin. Di vê çarçoveyê de, di Gulana 2009’an de Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) hat avakirin û piştre jin bi platform û çalakiyan têkoşîna aştiyê bi rêxistin dikin.
ŞER Û JIN
Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralpê li ser şer û rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de axivî. Ferîde Eralpê anî ziman ku şert û mercên şer baviksalariyê xurt dikin û got ku pevçûn ji bo jinan tê wateya tundiyê. Ferîde Eralpê anî ziman ku di dema şer de bedena jinan bûye qadên şer û qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de bi bîr xist û got: "Li bajarên hatin dorpêçkirin, cendirme û tîmên taybet li ser dîwaran nivîs der barê tecawizê nivîsandin û gef xwarin. Heta ku ketin odeya razanê û wêneyên xwe kişandin û ev li ser medyaya civakî parve kirin."
Ferîde Eralpê diyar kir ku di şerê ku dewam dike de tundiya zayendî, destavêtin û tecawiz wekî çekên şer tên bikaranîn û got: "Em wekî feminîst her tim vî aliyê şer ê zayendîparêz tînin ziman û me tim kiriye rojev û teşhîr kiriye. Ez wiha difikirim ku rabûna li ber şer, bilindkirina daxwaz aji bo aştiyê tim bûye parçeyeke ji têkoşîna feminîst."
‘BÊYÎ JINAN AŞTÎ NE PÊKAN E'
Ferîde Eralpê got: "Çawa ku şer parvekirina serweriyê ya ji aliyê hêzên serdest ên mêr ve ye, maseyên aştiyê jî dibin qadên din ên ku mêr ji bo parvekirina serweriyê têkoşîna xwe didomînin. Yên ku tundiya şer bi awayekî herî dijwar dijîn jin in. Barê jinûveavakirina jiyana ji ber tundiya zayendî û ji ber şer hatiye hilweşandin, jin hildigirin. Ev li gelek deverên cîhanê berbelav e. Lê bêyî gotina jinan, bêyî pergaleke ku ewle aştî ne pêkan e."
Ferîde Eralpê anî ziman ku wekî tevgereke feminîst pêwîstî bi platformeke ku bi tevgera jinên kurd re li dijî şer gotinê hilberîne heye û got: "Me bi gengeşeyên bi hevalên xwe yên TJA'yê re dest bi rêyekê kir. Û ev rê di dawiyê de veguherî konferansa li Stenbolê û bû sedema 'Înîsyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye'. Ji niha û pê ve dê ev înîsyatîf çawa bimeşe, dê bi civîn û daxuyaniyên înîstîf eşkere bibe."
Ferîde Eralpê bilêv kir ku yek ji pêdiviyên herî bingehîn civakîkirina aştiyê ye û got ku ev yek jî tê wateya ku civak xwedî li daxwaza aştiyê derdikeve.
MA/ Yeşîm Tukel