STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku hat nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê ye, diyar kir ku Onder ji gelek zor û zehmetiyan xelas bûye û dema têkildarî nexweşiyê agahî bigihêje ber destê wan dê parve bikin.
Rewşa tenduristiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Alîkarê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder hê jî krîtîk e. Li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya navçeya Şişlî ya Stenbolê emeliyata Onder berdewam dike.
Li ber nexweşxaneyê jî hejmareke zêde wekîl û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî hatin nexweşxaneyê. Hevserokan piştî agahî ji nexweşxaneyê girtin li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan.
Hatîmogullari ku li ber nexweşxaneyê axaftineke kurt kir, spasî li her kesî kir ku hêviya wan heye û wiha got: "Sirri Sureyya heta niha gelek zehmetî derbas kir. Ew dê vê jî derbas bike. Dema der barê tenduristiya wî de me agahiyên nû bigihêjin ber destê me em ê parve bikin.”