MÊRDÎN - Dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrelê xwest piştî banga Abdullah Ocalan dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne û got: "Ya ku wê me qaneh bike meclis e. Çi bibe, wê li meclisê bibe. Divê bi lez di meclisê de komîsyonek bê avakirin."
Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re hat parvekirin didome. Li ser vê bangê PKK’ê agirbest îlan kir û ragihand ku Tirkiye êrişên xwe didomîne. HPG’ê ku ragihand bi sedan êriş pêk hatine, diyar kir ku di van êrişan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdanên xwe didomîne. Şande, herî dawî bi Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
Tevî ku di ser banga Abdullah Ocalan re nêzî 2 meh derbas bûne jî, ji aliyê dewletê ve heta niha tu gav nehatine avêtin. Li gel vê malbatên kesayetên sembol ên têkoşîna azadiya kurd, banga gavavêtinê didomînin. Dayika Rahşan Demîrel a ku bedena xwe da ber agir Emîne Demîrel û Nalan Demîrel a di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dan, li dijî qetlîamên li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê yên di pîrozbahiya Newroza 1992'yan de hatin kirin, banga gavavêtinê kirin.
Emîne Demîrel, krîza aborî û "emperyalîzmê" weke du cinawir nirxand û diyar kir ku Tirkiye "di navbera du cinawiran de bêhêz e" û got, "Li aliyekî aborî, li aliyê din emperyalîzm e. Em dikarin bibêjin dewletên rojavayî jî. Îro hêza xwe ya di navbera herdu cinawiran de winda kiriye. Aboriya wê çawa ji êrîşan dihele, her roj wê di bin êrîşan de bimîne. Divê em li vê bangewaziya ku mehek û nîv berê hatiye kirin binêrin. Dê komar çawa ji van her du cinawiran xelas bibe? Divê ji bo van gelan gavê demokratîk bavêje. Divê lêçûnên aborî kêm bibe û dakave nava gel. Divê gel bibin yek. Lewma divê Tirkiye daxwaza xwe eşkere deyne meydanê."
Emîne Demîrelê diyar kir ku divê pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir, li ber çavên gel bi awayekî zelal bê meşandin û got: "Divê gel her tiştî bibîne. Ji ber ku bi dizî tê kirin, em nikarin tiştekî bikin. Baweriya me bi dewletê nîne. Hişê me jî nikare analîz bike. Ji ber ku hûn êvarê bi rengekî din in û serê sibehê jî bi rengekî din in. Ên berê digotin wekî bukalemûnan. Wekî dayikekê ez van tiştan qebûl nakım. Ger ev komar demokratîk bibe, divê gaveke demokratîk bê avêtin. Ger wê civakeke demokratîk bê avkirin, komareke demokratîk bê avakirin divê her tişt eşkere be. Kurd ji bo vê amade ne."
Emîne Demîrel da zanîn ku divê dewlet li ser esasê heqîqetê gavên erênî, hiqûqî û samîmî biavêje û bal kişand ser girîngiya avakirina pêvajoyê li ser bingehek tekûz û qanihkirinê.
Emîne Demîrelê bal kişand ser gavên divê bên avêtin û got ku beriya her tiştî divê êdî her tişt zelal be û wekî gava herî girîng jî îşaret bi meclisê kir. Emîne Demîrelê xwest ku komîsyoneke ku gel û bawerî di nav de ne bê avakirin û li meclisê bê qebûlkirin û paşê bi raya giştî re bê parvekirin.
MA / Ahmet Kanbal