STENBOL - Bijîşkên Sirri Sureyya Onder emeliyat kiribûn dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin.
Xetereya li ser jiyana endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder berdewam dike. Piştî emeliyat ku 12 saetan domiya, Onder rakirin beşa lênihêrîna awarte. Bijîşkên Onder emeliyat kirin, dê têkildarî rewşa wî daxuyaniyê bidin.
Hat ragihandin ku 5 bijîşkên li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê Onder emeliyeta kirin, dê saet di 12.00’ê de daxuyaniyê bidin.