ENQERE - Bi ser biryara di Doza Kobanê de salek derbas bû lê heta niha jî biryara bihincet nehatiye amadekirin.
Di Doza Kobanê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dihat lidarxistin de biryar di 16’ê Gulana 2024’an de hate dayin. Bi ser biryarê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî hinceta biryarê nehatiye amadekirin. Di dozê de cezayên giran li Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedaran hatin birîn. Dadgehê, protestokirina êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an li dijî Kobanê weke hinceta biryarê nîşan da. Di dozê de biryar, piştî 3 salan hatibû dayin.
Di dozê de 18 jê girtî û 18 jê negirtî bi giştî 108 kes hatin darizandin. Di biryara dozê de ji bo 5 kesên girtî li gel cezayê hefsê biryara tehliyeyê, ji bo 12 kesan biryara beraetê hate dayin. Ji bo 13 kesan jî biryara domandina rewşa girtî hate dayin. Di danişîna biryarê de ji 47 tawanbariya 42 sal cezayê hefsê dan Selahattîn Demîrtaş, 32 sal û 9 meh cezayê hefsê jî dan Fîgen Yuksekdagê. Her wiha li Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Emîne Ayne 12 sal, li Ahmet Turk 10 sal, li Alî Urkut 13 sal û 4 meh, li Alp Altinors 18 sal, li Ayla Akat Ata û Aynûr Aşan 9 sal û 9 meh, li Mesût Bagcik, Nezîr Çakar, Ayşe Yagci û Meryem Adibellîyê 9 sal, li Bulent Parmaksiz 23 sal, li Gunay Kubîlay û Îsmaîl Şengul 20 sal û 6 meh, li Nazmî Gur, Pervîn Oduncu, Zekî Çelîk û Zeynep Karaman 22 sal û 6 meh, li Cîhan Erdal û Dîlek Yagli jî 16 sal cezayê hefsê hate birîn. Di dozê de Sirri Sureyya Onder, Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk, Beyza Ustun, Berfîn Ozgur Kose, Bîrcan Yorulmaz, Can Memîş, Gulfer Akkaya, Gulser Yildirim, Îbrahîm Bînîcî û Sîbel Akdenîz ji hemû sûcdariyan beraet kirin.
ÎDIAYA YASÎN BORU KET
Di heman demê de Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 36 siyasetmedar ji ber Yasîn Boru jî di nav de 6 kesên din ên di çalakiyên protestoyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayin dihatin sûcdarkirin û dadgehê biryara beraetê da.
Bi ser biryarê re salek derbas bû lê hêj jî biryara bihincet a dozê nehatiye amadekirin. Li gorî Qanûna Muhakemeya Cezayan a Tirk, divê piştî biryarê di nava mehekê de hinceta biryarê bê aşkerakirin. Parêzer jî dibêjin; “Biryar bi saîkên siyasî hate dayin û tu bingeha wê ya hiqûqî nîne. Lewma nikarin aşkera bikin.”
'DI PÊVAJOYA DOZÊ DE BIRYAR JIXWE AMADE BÛ’
Endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û ji parêzerên Doza Kobanê Nûray Ozdagan anî ziman ku biryara bihincet di pêvajoya dozê de jixwe amade bû û got: “Ev doz, operasyona qirkirina siyasî bû. Me di dema dozê de ji dadgehê re got ku darizandineke siyasî ye, li dijî hiqûqê tevdigerin. Me jê xwest ku li gorî hiqûqê tevbigerin û di dosyayeke delîl tê de tune ne divê biryara betalkirina dozê were dayin. Lê guhdar nekirin. Pêvajoya darizandinê li ser gotinên îktîdarê pêş ket. Niha pêvajoya diyalogê dane destpêkirin lê siyasetmedarên hatin cezakirin, ji ber xebatên di dema ‘pêvajoya çareseriyê’ de hatin darizandin. Hevdîtinên bi agahiya dewletê û destûra wan hatin kirin, weke sûc nîşan dan. Dem derbas bû û di rewşa heyî de dosya bêqîmet bû. Niha bi Îmraliyê re diyalogê pêş dixin. Dê niha biryareke bihincet a çawa ragihînin?”
'TAWANBARÎ NIHA ROJEVA SEREKE YA SIYASETÊ NE’
Nûray Ozdagan, got ku vehêlandina biryara bihincet binpêkirina darizandina adilane ye û ev tişt anî ziman: “Divê were nivîsandin ku em bikarin li dadgeha bikind bikarin îtîraz bikn û daxwaza tehliyeyê bikin. Lê biryara xwe aşkera nake. Ji ber ku mijarên weke sûc nîşan dide niha rojeva sereke ya siyasetê ne. Ma kî dikare bibêje darizandineke adilane hatiye kirin? Ev yek bi biryarên DMME’yê jî hate tescîlkirin. Divê dadgeh ji vê xeletiya xw vegere. Divê di biryara bihincet de ji bo hemû siyasetmedaran biryara beraet û tehliyeyê bide. Me parêzeran ji bo aşkerakirina biryara bihincet gelek caran bi şandeya dadgehê re têkilî danîn lê dîsa jî aşkera nekirine. Me daxwaza tehliyeyê kir. Dozgeriyê xwest daxwaza tehliyeyê were redkirin lê dadgehê red kir. Ji ber ku em piştrast in ku dê miwekîlên me bên berdan. Domandina darizandinê, tê wateya wê ku miwekîlên me zêdetir di girtîgehê de bimînin.”
DOZA KOBANÊ NÎŞANEYA JIDILBÛNÊ YE
Nûray Ozdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Tu hûkmê biryara wan nîne. Ev yek, bi geşedanên siyasî hatiye tescîlkirin. Doza Kobanê dê nîşan bide ka hikûmet di pêvajoyê de çiqas jidil e.”
MA / Firat Can Arslan