BEDLÎS - Şertê kontrola edlî ya ji bo çawişê pispor ê ji ber mirina bin guman a Meryema Hasanoglû dihat darizandin û hatibû tehliyekirin, hate rakirin. Parêzer Berfîn Ozan got ku piştî biryara tehliyeyê ji malbatê re peyam hatine şandin û gef lê hatine xwarin.
Jina ciwan a bi navê Meryema Hasanoglû (22) di 2’yê Gulana 2024’an de li navçeya Norşîn a Bedlîsê bi awayekî guman ji qata 5’an a avahiya tê de dijiya kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina bi guman a Meryema Hasanoglû, der heqê çawişê pispor Tekîn Çelîk de ji ber sûcê “Ber bi întîharê ve biriye” doz hatibû vekirin û doz hêj didome. Danişîna duyemîn a dozê di 26’ê Kanûnê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin û ji bo Çelîk biryara tehliyeyê hate dayin. Danişîna sêyemîn a dozê jî duh hate lidarxistin û biryara şertê kontrola edlî ku Çelîk îmze diavêt, hate rakirin.
BERSÛC GEFAN DIXWE
Parêzera malbata Meryema Hasanoglû, Berfîn Ozan têkildarî pêvajoya darizandinê axivî. Berfîn Ozan, diyar kir ku ji ber bûyer weke “întîharê” tê dîtin, lêpirsîneke baş nehatiye meşandin û got: “Ji ber têkoşîna rêxistinên jinan doz hate vekirin û Çelîk hate girtin.” Berfîn Ozan, bertek nîşanî biryara tehliyekirina bersûc da û got: “Hefteyek piştî tehliyeyê, li ser medyaya dijîtal ji malbata Meryemayê re peyam şand û gef xwarin. Bi vê sedemê jî me xwest hukmên kontrola edlî bên xurtkirin. Lê belê dadgehê li şûna vê, şertê kontrola edlî jî rakir.”
'CEZA CISARETÊ DIDE FAÎLAN’
Bi domdarî Berfîn Ozan anî ziman ku wan di danişîna dawî de peyamên gefxwarinê pêşkeşî dadgehê kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Bersûcî ev peyam înkar kir. Di mirinên biguman ên jinan de lêpirsîneke baş nayê kirin. Em dibînin ku di hemû dosyayên cînayetên jinan û mirinên biguman ên jinan de polîtîkaya necezakirinê tê meşandin. Necezakirina faîlan an jî cezayên pir hindik, hem derbê li têkoşîna jinan dixe hem jî cisaretê dide faîlan. Dîsa ronîkirina dosyayan ji têkoşîna jinan re dimîne. Me neçar dikin ku ne tenê li dijî ‘mêrtiyê’, her wiha li dijî ‘daraza mêr’ jî têbikoşin.”
ÇI BÛBÛ?
Jina bi navê Meryema Hasanoglû (22) ku li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di qata 5’emîn a avahiyekî de dijiya, di 2’yê gulanê de bi awayekî guman kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk ku mehra wan a olî hebû, hate binçavkirin. Îfadeyê Çelîk hate girtin û bi sedema “Arasteyî întîharê kiriye” hate girtin.
Li gorî agahiyên di girtekên polîsan de; Hasanoglû beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevala xwe B.N.G. yê re peyama “lezgîn, lezgîn” şand. Dema hevala wê pirsa “çi bû?” jê kirî jî Hasanoglû demek piştre bersiva “pirsgirêk tune ye, min henek kir” da. Di şeva heman rojê saet di 01.37’ê de jî ji telefona Hasanoglû li hevala wê B.N.G. hate geriyan lê hêj aliyê hember neaxivî telefon hate girtin. Di sersibeha heman şevê de hat îdiakirin ku Hasanoglû xwe ji avahî avêtiye û întihar kiriye.
JI BER TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ MEHEKÊ GIRTÎ MA
Di girteka lêkolînkirina telefonê de hat tespîtkirin ku peyamên Hasanoglû ji B.N.G. re şandin hatine jêbirin. Di heman demê de derket holê ku faîl Tekîn Çelîk di dema lêpirsînê de tundî l hevjîna xwe ya bi mehra fermî jî kiriye û ji ber vê sedemê mehekê girtî ma ye.
ROJNIVÎSKA WINDA LI KU YE?
Endamên malbatê piştî bûyerê axivîn û gotin ku Meryema Hasanoglû rojnivîsk digirt, her tişt li wê rojnivîskê dinivîsand lê di lêgerîna malê de ew rojinivîsk nehatiye dîtin.
Tekîn Çelîk ê ji ber sûcê “Arastayî întîharê kir” hatiye girtin jî li emniyetê îfadeyên binakok da. Faîl, di îfadeya xwe ya ewil de got ku ji bo Meryema Hasanoglû întîhar neke hewl daye qaneh bike. Lê di îfadeyê duyemîn de got ku wî Hasanoglû qet nedîtiye û tenê dengê wê bihîstiye.
MA / Rûken Polat