STENBOL - Serokê ADEF'ê Zeynel Abîdîn Koç bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku daxwaza Elewiyan, hemwelatiya wekhev e. Cîgirê Serokê PSAKD'ê Îbrahîm Karakaya jî got: "Dema em dibêjin aştiya civakî, em qadal wê dikin ku hemû nasnameyên bawerî û etnîkî xwe azad bikin."
Cîgirê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Îbrahîm Karakaya û Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADEF) Zeynel Abîdîn Koç têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. Karakaya, diyar kir ku pirsgirêka Kurd ev 100 sal in didome û li Tirkiyeyê ji bo avakirina yekneteweyê komkujî hatine kirin. Bi domdarî Karakaya got ku bi nifşê 68’an re Tirkiyeyê sosyalîzm nas kiriye û serhildanên Kurdan hatine bîranîn. Karakaya, got: “Bi vê yekê re pirsgirêka Kurd dîsa bû rojev. PKK wê demê derket holê ku zarokên gundiyan ên xizan ji bo pirsgirêka neteweyî xwe birêxistin kirin û ev partî ava kirin. Bi hilweşîna reel sosyalîzmê re PKK’ê xwe guherand û veguherand. Di vê çarçoveyê de paradîgmaya modernîteya demokratîk a Abdullah Ocalan, pênaseyeke rast bû. Ev paradîgma îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê û û modela neteweya demokratîk niha ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye model. Pêvajoyeke ji yekperestiyê dûr û demokratîk hat jiyîn.”
'DEWLET TENGIJÎ LEWMA GAV AVÊT’
Bi domdarî Karakaya bi lêv kir ku geşedanên li herêmê diqewimin Devlet Bahçelî neçar kir ku di 1’ê Cotmehê de gavê biavêje û ev tişt anî ziman: “Dewlet li Sûriyeyê tengijî lewma di 1’ê Cotmehê de gav avêt. Ji ber ku bi şerê navxweyî yê 2011’an re Kurdan li wir rêveberî, artêş û statuya xwe parastin. Ji bo herêmê şerê Îsraîl-Filistînê qonaxeke diyarker bû. Hêzên Îsraîlê yên bi piştevaniya DYA’yê Xeze tune kirin. Îsraîlê xwe gihand sînorê Sûriyeyê. Ji bo DYA’yê li herêmê tişta herî girîng, ewlehiya Îsraîlê ye. Nexwe partiyeke mîna MHP’ê ya nîjadperest ji bo pirsgirêka Kurd tiştekî wiha nedikir. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li herêmê tu welat nikarin rehet bijîn.”
'YEK JI PIRSGIRÊKA SEREKE PIRSGIRÊKA ELEWIYAN E’
Karakaya, got ku banga Abdullah Ocalan bangekî pir biqîmete û wiha pê de çû: “Divê aştiyeke civakî ya Tirkiyeyê, hemû derdorên cuda di nav xwe de bihewîne. Têkildarî pêvajoyê, hevdîtinên DEM Partî û saziyên Elewiyan hene. Du pirsgirêkên komarê hene; yek ji wan a Elewiyan a din jî ya Kurdan e. Lê yên pirsgirêka ne em, dewlet e. Me Elewiyan her tim aştî parast. Dema em dibêjin aştiya civakî, em qala wê dikin ku hemû nasnameyên bawerî û etnîkî azad bibin. Divê tu bawerî tehekûma xwe li ser baweriyên din ava nekin. Em mecbûr in li vî welatî pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Divê em tiştên ji bo xwe heq dibînin ji bo yên din jî bibînin ku pirsgirêka çareser bibin.”
DI DÎROKA KOMARÊ DE KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ELEWIYAN
Serokê ADEF’ê Zeynel Abîdîn Koç jî bi bîr xist ku di sed salan de komar tu caran erênî nêzî Elewî û Kurdan nebûye û wiha axivî: “Rêveberên dewletê her tim cihêkarî li dijî kesên mîna wan nafikirin kirin. Dewletekî bifikirin ku di navbera civakên ziman û baweriyan de cihêkariyê dike. Li Mezopotamya û Anatoliyayê gelek ziman hene. Dinya hewl dide zimanên xwe biparêze lê em qîmetê pê nadin. Niha bi milyonan kesên bi Kurdî, bi Kirmanckî û zimanên din diaxivin hene. Li şûna em qîmetê bidin vê, em cihêkariyê dikin. Perwerdeya bi zimanê dayikê nayê dayin. Lê çi bikin jî ev ziman dijîn.”
'DAXWAZA ME HEMLWELATIYA WEKHEV E’
Koç, daxuyand ku bi destpêkirina pêvajoya nû re saziyên Elewiyan li Stenbol, London û Almanyayê konferans li dar xistine û got: “Bi beşdariya hevserokên giştî yên DEM Partiyê konferansek hat lidarxistin. Li ku derê dibe bila bibe dema Elewî peyva aştiyê dibihîsin, dixwazin piştgiriyê bidin. Daxwazeke hevpar a tevan heye ku ew jî hemwelatiya wekhev e. Ma tenê pêdiviya Kurdan bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye? Ya Çerkes, Rum, Ermenan jî heye. Ma tenê pirsgirêka Elewiyan heye? Ya baweriyên din jî heye. Li cihekî hezkirin û Demokrasî tune be, kes nikare bi keyfxweşî bijî. Hedefa me ya esasî demokratîkbûn e. Heke pêvajoya aştiyê bi ser keve û em perwerdeyeke rast bidin zarokên xwe, dê di nava 20-30 salan de dîsa bikarin hemû nirxên me winda kirine dîsa li xwe vegerînin. Ji bo vê jî pêdivî bi aştiyê heye. Dê aştî bi xwe re cejnê bîne Tirkiyeyê. Ji hêla aborî ve jî dê gelek baş bibe. Em Elewî tevî her tiştê bi serê me anîn jî em ji bo aştiyê her tim amade ne.”
MA / Melîk Çelîk