'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'

  • rojane
  • 10:36 23 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Mansûr Adali diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ve bi hêza xwe li ser pêyan e û îro jî ne bê alternatîf e û rojnamevan Mutlu Çiviroglu jî got: "Nûçeyên ku derdikevin, ji bilî manîpulasyoneke ku Rojava dike hedef pêvtir ne tiştekî din e."

Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku ew ê di 26'ê Nîsanê de konferansa yekîtiya netewyî ya kurd li dar bixin. Ji aliyê din ve nûçeyên ku dibêjin DYA ku nêzî 2 hezar leşkerên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, wê vê hejmarê kêm bike, di nava raya giştî de belav bûn. Rayedarên Rêveberiya Xweser ên ku li her platformê daxuyaniyan didin, destnîşan dikin ku ew ne bê alternatîf in. 
 
Rojnamevan Mutlu Çiviroglu yê li DYA’yê dijî û rojnamevan Mansur Adali têkildarî geşedanên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kirin.
 
‘NE PÊKAN E'  
 
Çiviroglu diyar kir ku ne mimkûn e ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û got ku Sûriye ji bo ewlehiya neteweyî, herêmî û cîhanî ya Amerîkayê girîng e. Çiviroglu destnîşan kir ku DYA û rêveberiya Trump der barê vekişîna hêzên xwe de rasterast daxuyanî nedane û got: "Sê caran ji Serok Trump hat pirsîn ku hûn ê ji Sûriyeyê vekişin yan na. Trump li ser vê yekê bersiveke zelal neda. Wekî rojnamevanekî ku Trump ji nêz ve dişopînim, tişta ku ez ji vê yekê fêm dikim ew e ku DYE ji Sûriyeyê venakişe. Ger vekişînek hebûya, dê Trump bi zelalî bigota. Dema em li daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Marco Antonio Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth dinêrin, tu nîşanek ku dê DYA ji Sûriyeyê vekişe tune ye. Ez nûçeyên der barê vekişînê de wekî manîpulasyoneke li ser Rojavayê dinirxînim. Ev rewş herî zêde wekî hewldana bandorkirina Washingtonê û afirandina raya giştî tê nirxandin. Lê li gorî rewşa Washingtonê, tu nîşanek ku ew ji Sûriyeyê vekişe tune. Pentagon bi rêkûpêk li welatên ku hêzên wê lê hene dinirxîne, sererast dike û eyarkirinê dike. Ev jî rewşeke normal e.”

  
 
‘HEJMAR HAT ZÊDEKIRIN’
 
Li gorî daxuyaniya Pentagonê; Çîvîroglu, diyar kir ku li Sûriyeyê derdora 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene û bi bîr xist ku berê ev hejmar 900 bû. Çivîroglu got: "Daxuyaniya Pentagonê jî diyar kir ku dê hejmara leşkeran kêm bibe. Jixwe berê jî hejmar wiha bû, wê dîsa daxînin vê hejmarê. Kêmkirina hejmarê an jî zêdekirina wê û vekişîn ne eynî tişt in." 
 
Çivîroglu diyar kir ku artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi piranî bi strukturên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê re bi kordînasyonekê dixebite. Çîvîroglû bilêv kir ku Suriye ji bo DYA'yê pir girîng e û got ku sedem jî ew e ku Îran û Tirkiye hêza xwe xurt nekin û her wiha ji bo ewlehiya Îsraîlê jî girîng e. 
 
Çiviroglu bal kişand ser wê yekê ku kurd li Sûriyeyê hêmaneke hevseng in û got: "Bêyî kurdan, cîhanê dît ku çi hat serê elewiyan. Rewşa durzî, elewî û etnîk û kêmneteweyan li Sûriyeyê diyar e û yekane hêza ku hemû cudahiyan bi hev re digire, kurd in. Rojava jî vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê hêzên rojavayî dixwazin kurd bihêz bibin. Lewma girîng e li DYA'yê hebûna leşkerên DYAY'î. Yanî kêmkirina hejmara leşkeran ne girîng e. Wê DYA li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî bidomîne." 
 
‘NE RAST E’
 
Rojnamevan Mansur Adali ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike anî ziman ku bi taybetî ji roja ku li Reqa û Dêra Zorê dawî li hebûna DAIŞ'ê hatiye nûçeyên wekî dê hêzên DYA'yê ji Sûriyeyê vekişin tên belavkirin. Adali got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî deh hezar DAIŞ'î girtî ne. Rastiya Kampa Holê li meydanê ye. Ev hemû tên wateya ku DAIŞ gefê li herêmê dixwe. Her wiha rewşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê heye. Gava mirov van tiştan li ber çavan digire, mirov nikare bêje ku wê DYA di demeke nêz de vekişe."
 
Adali destnîşan kir ku ger DYA ji Sûriyeyê vekişe, ev nayê wateya ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê alternatif e û got ku rêveberiya xweser xwedî tecrûbeyeke 12-13 salan e û tu carî xwe nesipartiye hêzên derve. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’