Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin

  • rojane
  • 09:27 25 Nîsan 2025
  • |

AMED - Parêzer Servet Ozen diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî yên têkildarî “Mafê hêviyê” tavilê bên kirin û got: “Hewceye pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin û her tim weke şantaj neyê bikaranîn.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê, yek mijarên herî zêde li ser tê axaftin, “Mafê hêviyê” ye. Bi ser banga dîrokî re hema hema 2 meh derbas bûn lê hêj jî dewletê tu gavên şênber neavêtiye. 
 
  
 
Parêzer Servet Ozen ku di salên 2006-2009’an de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî tecrîda heyî û “Mafê hêviyê” axivî. 
 
‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ HEBIN’
 
Ozen, diyar kir ku tu temînaeta hevdîtinên li Îmraliyê bi înîsiyatîfa otorîteya cemaweriyê tên kirin nînin û got: “Tecrîd hêj didome. Mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran, yên telefon û hwd. hêj tên binpêkirin. Hevdîtinên bi erêkirina otorîteya cemaweriyê û îktîdarê tên kirin, nayê wateya rakirina tecrîdê. Nabe ku mafê hêviyê girêdayî şertan bikni. Ji ber ku mafekî gerdûnî ye. Lê li Tirkiyeyê ji ber pozîsyona birêz Ocalan, qanûnan şexsî dikin. Anku cihêkariya herî mezin tê kirin. Hem rewşa polîtîk hem jî zemîna hiqûqî ji bo mafê hêviyê guncav e. Divê ji bo mafê hêviyê tavilê di qanûnan de sererastkirinan bikin. Ji bo were kontrolkirin ka ev maf tê cîbicîkirin an na jî divê rêxistinên civaka demokratîk û temamiya civakê di nava mekanîzmayeke serbixwe de cih bibire.” 
 
‘DIVÊ DERDORÊ CIVAKÎ VENÊRÎNÊ BIKIN’ 
 
Ozen, da zanîn ku Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe cotstandartiyê dike û got: “Tevî biryara DMME’yê ya di mijara Mafê hêviyê de jî komîteyê tiştên diviyabû li dijî Tirkiyeyê bike, nekir. Divê mafê hêviyê di qanûnan de were sererastkirin û saziyên serbixwe û bêalî yên bi temamî ji civakê pêk tên, venêrîna wê bikin.” 
 
‘DIVÊ POZÎSYONA OCALAN BÊ MISOGERKIRIN’
 
Bi domdarî Ozen, anî ziman ku divê pozîsyona Abdullah Ocalan bi qanûnan-destûra bingehîn were misogerkirin û her tim weke amûra şantajê neyê bikaranîn. Ozen, got: “Heke têkildarî birêz Ocalan sererastkirinek were kirin, divê temînata wê hebe. Ji berdanê heta başkirina mercên li Îmraliyê, divê zemîna ku bikare bi serbestî biçe û were, bikare hevdîtinan bike, aktîvîteyên zêhnî û fîzîkî bike, fikrên xwe bi rehetî bi civakê re bike were avakirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê tavilê di qanûnan de sererastkirin çêbibin û bi vê yekê re mercên xebatê yên birêz Ocalan jî bên başkirin.” 
 
‘NÊZIKATIYA MIJÛLKIRINÊ NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’ 
 
Di berdewamê de Ozen destnîşan kir ku gavên têkildarî rewşa Abdullah Ocalan dê nebaweriya li dijî pêvajoyê ji holê rake û ev tişt anî ziman: “Gavên pratîk ên di vê mijarê de dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn gavên erênî bin. Lewma divê sererastkirinên qanûnî tavilê bikevin meriyetê. Helwesta mijûlkirinê ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Di dawiya dawî de trafîkeke hevdîtinan a cidî heye. Ewqas cidî ye ku birêz Ocalan ne behsa berdana çekan, banga fesihkirinê kir. Ev bang ji hêla birêz Ocalan ve asta herî jor bû. Divê dewlet jî di vê mijarê de gavên guncav biavêje. Di demeke her roj operasyon û êrişên hewayî tên kirin de mimkin nîne kongre bicive. Divê gavên baweriyê xurt dikin bên avêtin. Ev pêvajo wiha dikare bidome.” 
 
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’ 
 
Ozen, got ku gotinên Abdullah Ocalan ên berê û yên niha hevdu digirin. Ozen, diyar kir ku di sala 1993’yan de jî Abdullah Ocalan behsa çareseriya demokratîk û aştiyane kiriye û niha jî wan gotinên bi awayekî hûr û kûrtir dibêje. Bi domdarî Ozen got ku ji bo pêvajoya heyî bimeşe berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Ozen, axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên li gorî civakê guncav dike û ev temamiya civakê eleqedar dike. Di rewşekî wiha de tu kes nikare ‘Ez ê li derveyî vê mijarê bisekinim.’ Berpirsyartî dikeve ser milê aktorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, baro, parêzer, rewşenbîr-nivîskaran. Divê her kes ji bo domandina pêvajoyê tişta ji dest tê bike. Divê pergaleke civakî ya ji tundî, alozî û şer dûr û siyaseta demokratîk û temînatên hiqûqî lê mayinde û hemû derdorên cuda bi hev re tê de dijîn, were avairin.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel   
 

Sernavên din

11:35 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyê dide ZINDÎ
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e