Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin

  • rojane
  • 13:22 21 Gulan 2025
  • |
img
AMED - Serokê Şaxa OHD’a Amedê Mûhîttîn Mûgûç, ragihand ku der barê hestiyên li Licê hatine dîtin de lêkolîneke hiqûqî nehatiye kirin û piştî belavbûna bûyerê malbatan serî li wan dane. 
 
Di 10’ê Gulanê de li gundê Işiktan a girêdayî taxa Dêrqamê ya navçeya Licê ya Amedê, hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin. Malbatan der barê hestiyan de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê dan. Şandeyeke ji 3 saziyan pêk dihat, di 15’ê Gulanê de li herêmê lêkolîn kir. Saziyan, piştî lêkolînê di 16’ê Gulanê de ji bo keşfê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. OHD, ÎHD, Baroya Amedê, Tîma Vekolîna Cihê Buyerê ya Cendirmeyan, Gerînendeya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî di 17’ê Gulanê de li herêmê lêkolîn kirin. 
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Mûhîttîn Mûgûç ku beşdarî lêkolînê bûbû, diyar kir ku li ser serlêdana welatiyan wêneyê cihê hestî lêhatine dîtin kişandine û piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. Mûgûç, destnîşan kir ku di 17’ê Gulanê saet di 9:30-10:00'ê de çûne herêmê û wiha got: “Me di serî de îtîraz kir da ku pisporek tiba edlî û ji Dozgeriya Licê dozgerek beşdar bibe. Lê ji me re gotin dê tenê Vekolîna Cihê Buyerê beşdar bibe. Me jî der barê vê yeke de zabitnameyek nivisî." 
 
'BI MAKÎNEYA KAR VEKOLANDIN’
 
Mûgûç, destnîşan kir ku Vekolîna Cihê Buyerê ji dozgeriyê destûra kolandina bi makîneyên kar stendibû û ev yek ne hiqûqî ye û rexmê vê yekê kolandin bi makîneya kar ve despêkirî û Mûgûç wiha axivî: “Di despêkê de li ber lingê cenaze kevir hebû. Piştî ew kevir hate wergirtin me daxwaza kolandina aliyê dîtir jî kir. Tîma Vekolandina Cihê Buyerê ev daxwaz pêkanî. Piştre kiloxeke dîtir û yek perçe bi midaxeleya kemçê ve bû çar yan jî pênç perçe. Me di cî de îttîraz kir. Piştî peywendiya bi dozger re kolandin hate rawestin. Dozger, agahî da Gerînendeya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî, ji me re ragihandin îxtîmal heye ku ew der qada sîtê be û ji ber nebûna agahiyek teknîkî divê em li benda wan bimînin. Piştî 3-4 saetan ji gerînendeyê hatin û lêlokîn kirin. Gerînendeyê, ji me re gotin ku nîşaneyek an şopek nedîtîne û tiştekî ew bikin nîne û ji wir çûn.”
 
 Mûgûç, diyar kir ku piştî çûyîna şandeyê daxwaz kirine ji bo rawestandina kolandinê û li ser daxwaza wan kolandin hatiye rawestandin, cihê hatibû vedan sere wê hatiye girtin û ji cihê bûyerê çûne.  
 
‘HESTIYÊN HATIBÛN DÎTIN, HATIN HLGIRTIN'
 
Mûgûç, daxuyand ku di encama kolandinê de dîtine ku li ber serî û lingê cenazeyê kevir hebûye û wiha pê de çû: “Em dikarin tekez bibêjin ku spartineke asayî bû. Lê li ser şekle mirinê û sedema wê mixabin niha em nikarin tiştekî bibêjin. Di encama xebata Tîma Vekolandina Cihê Bûyerê de hestiyên cenaze hatin komkirin. Bi haweyeke rêkûpêk ew hestî hatin hilgirtin. Amadekariya gorê bi awayeke asayî bû û ji ber hebûna îxtîmala ku hestî dîrokî bin ji bo ATK’ê hatin şandin. Hêzên ewlehiyê, li gorî bersiva Tiba Edlî dê rojên pêş de ji bo berfirehkirin an girtina lêpirsînê biryar bidin." 
 
Mûgûç, bal kişand ser wextê kolandin û lêkolînê û da zanîn ku li ser biryara dozgeriyê destûra kişandina wêneyan nehatiye dayîn û li ser daxwaza dozger xwestine telefonê wan jî binêrin lê wan destûr nedane.  
 
‘ME GOT BI HESASIYET NÊZ BIBIN’
 
Mûgûç, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em ya herî xirab bifikirin. Li vê erdnîgariyê gorên kiryarnediyar û gorên komî zêde hene lewma me got hesas nêz bibin. Ya herî kêm hewce bû bi dedektoran lêbgerînek bikirana. Di encama mirineke ne asayî de îxtîmal heye ku ji aliyê hinekan ve hatibe kuştinê jî. Divê em van îxtîmalan jî bifikirin. Dibe ku gule yan tiştekî dîtir bê dîtin. Li gel vê yeke kolandina bi makîneyên kar li gorî rêgezên hiqûqî yê gerdûnê ne hiqûqî ye."
 
SERLÊDANA OHD, ÎHD Û BAROYÊ
 
Mûgûç, ragihand ku piştî weşandina nûçeyên li ser dîtîna hestiyan malbatekî serî li OHD, ÎHD û Baroya Amedê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di vê pêvajoyê de qala aştiya civakî dikin. Ji bo avakirina aştiya civakî ji her aliye ve pêdivî bi guhertinê heye. Destpêka vê yeke jî hevrûbûn e. Welatiyên ku windayên wan hene divê hewldan û keda ji bo windayên wan tê kirin hîs bikin. Aştiya civakî helbet dê wiha bê. Ger îro em hevrûbûnek ji bo kesên windayên wan çêbûne pêk neyînin, ji bo derketina rastiyan tiştên pêwîst nekin, îxtîmala aştiya wan malbatan bi civakê re dê kêm be. Ev rewş jî nîşan dide ku ev mijar çiqas girîng e.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’