Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê

  • rojane
  • 13:56 21 Gulan 2025
  • |
AGIRÎ - Fatma Ozbay ku nexweşa penceşêrê bû û tehliyaya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, wiha got: “Girtîgehê nêzî salekê nexweşiya min ji min veşart. Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Di beşa lênihêrtina awarte de jî di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû.” 
 
Tehliyeya nexweşxa penceşêrê Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, di 15’ê Gulanê de ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Fatma Ozbay, têkildarî pêvajoya li girtîgehê, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û binpêkirinan axivî. 
 
Fatma Ozbay, da zanîn ku 7 sal berê teşhîsa penceşêrê pêsîrê ji bo wê hatiye kirin û got: “Beriya teşhîsê, nexweşiyeke min a cidî nebû. Lê di malbata min de nexweşiya penceşêrê hebû lewma ez çûm nexweşxaneyê. Jixwe şert û mercên girtîgehê baş nîni. Xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet e. Girtiyan, bi hincetên weke ‘leşker nînin, rîng tune ye’ nabin nexweşxaneyê. Lê belê dema dikevin nav nivînên mirinê, wê demê dibin. Ji ber israrên min, ez birim Nexweşxaneya Herêmê ya Erziromê. Bijîşkan li min nihêrtin û gotin ‘Tu tiştekî te tune ye.’ Lê dilê min rehet nebû û min jê xwest tetkîkan bikin. Li ser vê yekê tetkîk kirin û beriya encam derkevin ez dîsa birim girtîgehê.” 
 
ÎDAREYÊ MEHEKÊ NEXWEŞIYA WÊ JÊ VEŞART 
 
Fatma Ozbay, diyar kir ku tetkîkên wê ji îdareyê re hatine şandin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê hay ji tetkîkan dibe lê bi min re parve nekir. Bi ser re mehek derbas bû û piştre ez birim beşa onkolojiyê. Bijîşk ez muayene kirim. Min pirsa ‘Tu çima min muayene dikî?’ jê kir. Ji min re got; ‘Hûn nexweşa penceşêrê ne. Jixwe niha bijîşkê we ji we re gotiye.’ Cara ewil li wir hîn bûm ku ez penceşêr im. Ji nişka ve hîn bûm û got ku divê emeliyeta bibim. Piştre ez dîsa şandim girtîgehê. Di meha Çileyê de çûm nexweşxaneyê û di Gulanê de jî emeliyat bûm.” 
 
LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ BIRIN DADGEHÊ 
 
Bi domdarî Fatma Ozbay wiha qala pêvajoya piştî teşhîsê kir: “Piştî teşhîsê, li şîna ku min bibin nexweşxaneyê, ji ber dozeke ji hêla Dadgeha Înfazê ve hatibû vekirin, birin danişînê. Ji bo min cezayê disiplînê dihat xwestin. Ev bûyer, nêzikatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyeke nexweş radixe ber çavan.  
 
Dema haya min ji nexweşiya min bûyî, êdî derbasî asta 3’yemîn bûbû. Çîroka min a esasî jî ji vir ve dest pê dike. Dema ji bo emeliyatê ez anîm nexweşxaneyê, nebirin cem bijîşkê ku digot divê were emeliyatkirin, birin cem bijîşkekê din. Wî bijîşkî jî got; ‘Kê teşhîs kiribe bila ew bike.’ Piştre birin cem bijîşkekî din. Wî jî qebûl nekir. Biqasî 2 saetan li wir hatim gerandin. Di dawiya dawî de bijîşkekî ciwan qebûl kir. Dema ji bo emeliyatê anîn nexweşxaneyê, ez birim cihekî wisa ku sepanên ji bo kotîbûyiyan hebûn. Di mercên wê pir xerab bûn. Heta ev rewş bi tena serê xwe têrî xerabûna psîkolojiya mirov dike.” 
 
DI DEMA EMELIYATÊ DE DESTÊN WÊ KELEMÇEKIRÎ BÛN 
 
Di berdewamê de Vatma Ozbay, ev tişt anî ziman: “Du roj piştre ez birim emeliyatxaneyê. Dema birin emeliyatê, kelemçeyên min dernexistin. Destên min bi sedyeyê ve kelemçe kirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Dema dê bihatima emeliyatkirin, leşkerek kete hundir. Min jî pirsa ‘leşker çima hat?’ jê kir. Gotin; ‘ji bo ewlehiyê.’ Jixwe her kes dizane ku li emeliyatxaneyê ne pac heye ne jî tiştekî din. Jixwe leşker li ber derî ne. Ew jî bes nekir ku îcar têketin hundirê emeliyatxaneyê. Heta ku bi ser hişê xwe ve hatim jî di destê min de kelemçe hebûn û leşker li emeliyatxaneyê bû. Dema ez ji emeliyatxaneyê hatim derxistin, birin beşa lênihêrîna awarte. Li wir jî destên min kelemçekirî bûn. Di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû. Rojekê li vir mam û piştre dîsa birin wî cihê ku jê re dibêjim cihê kotîbûyiyan. Destên min kelemçekirî bûn û nehiştin tu refeqetvan bên cem min.” 
 
'BIRINA NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCEYEKE CUDA YE’ 
 
Fatma Ozbay, wiha qala pêvajoyên birina xwe ya nexweşxaneyê jî kir: “Jixwe birin û anîna nexweşxaneyê îşkenceyeke cuda ye. Destên te her tim kelemçekirî ne. Bi rîngê dibin. Her çar aliyên vê wesayîtê bi hesinan girtî ye û biqasî kursiyek tenê tê de cih bigire fireh e. Heta tu nikarî lingên xwe jî dirêj bikî. Mîna gorê ye. Anku di gorê de diçî nexweşxaneyê û têy. Dema ji nexweşxaneyê tînin girtîgehê jî lêgerîn tê kirin. Piştre ji cîhazê X-Rayê re derbas dikin. Piştre jî derbasî hundir dibî. Dema dikevî hundir, dîsa lêgerîn tê kirin. Bifikirin ku heta nava pora we jî dinêrin. Dema min kemoterapî di dît, pora min tune bû lê dîsa jî lêgerîn dikirin.” 
 
'TÊKOŞÎNA HEYÎ ÎKTÎDARÊ NADE ZORÊ’ 
 
Fatma Ozbay, anî ziman ku mercên nexweşxaneyan girtiyan nexweş dikin û got: “Divê ev merc bên başkirin. Erê rast e ji bo girtiyên nexweş xebatek heye lê ne di wê astê de ye ku îktîdarê bide zorê. Divê xebatên xurtir bên kirin. Divê ev têkoşîn bikare dorpêça li ser girtîgehan hilweşîne. Divê her kesên xwedî dil û wijdan hay ji tiştên li girtîgehan diqewimin hebe. Ji bo vê divê tiştek bê kirin. Sûc çi dibe bila bibe divê bi hestên tolhildanê nêzî girtiyan nebin. Ez derketi lê niha bi sedan girtiyên nexweş hene. Di serî de Wezareta Dadê, divê hemû saziyên têkildar di vê mijarê de berpirsyartiyên xwe bicih bînin.” 
 
FATMA OZBAY KÎ YE?
 
Fatma Ozbay, di sala 1998'an de li Şirnexê hate binçavkirin û DGM’a Amedê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê darvekirinê lê birî. Cezayê hatiye dayin veguherandin cezayê muebbetê. Fatma Ozbay, li gorî rêzê di girtîgehên Midyad, Baybûrt, Erzirom û Şakranê de ma. Fatma Ozbay ku 28 salan di girtîgehê de ma, di sala 2018’an dema li Girtîgeha Erziromê teşhîsa penceşêra pêsirê jê re hate kirin. Ji ber penceşêrê, pêsîra wê jê kirin. Her wiha ji ber bandora kemoterapiyê retînaya çavê çepê yê Fatma Ozbayê çiriya û tedawiya lazerê bû. Di vê navberê de li ser çavê wê yê rastê çiniyên reş çêbûn û nexweşiya raşîtîzmê dest pê kir. Her wiha li ser mêlak û pişika wê piniyên reş hatin tespîtkirin. Her wiha nexweşiya mîgrena kronîk a Fatma Ozbayê heye. 
 
MA / Omer Akin 
 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’